31 sal ceza li cerdevanê ku zarokek îstismar kir hat birîn 2018-10-06 09:07:11 ÎDIR - Li gundekî girêdayî navenda Îdirê cerdevanê bi navê A.B., zaaroka bi navê P.C. îstismar kir. 31 sal û 6 meh ceza li cerdevan hat birîn.  Li gundê Necefalî yê Îdirê, cerdevanê bi navê A.B., zaroka bi navê P.C. îstismar kir. Bi tawanbariya "îstismarkirina zarok" û "binpêkirina azadiya kes" 31 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li cerdevan A.B. (31) hat birîn.    Bûyera îstismarkirina cinsî li dibistana gund pêk hat. Piştî ku P.C. bûyerê dibêje ev tişt aşkere dibe û malbat jî giliyê A.B. dike. Piştî gilîkirinê bi rojekê A.B. hat binçavkirin û paşê jî hat girtin.    DI TELEFONA WÎ DE GELEK VÎDEO HATIN DÎTIN    Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îdirê hat amadekirin û Dadgeha Ceza ya Îdirê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku di telefona A.B. de gelek vîdeo û wêneyên der barê bûyerên îstismarkirina cinsî hebûne.    Derket holê ku lekeyên li ser kincên P.C. û nimûneya xwînê ya A.B. li Laboratûara Krîmînalê ya Enqereyê li hev derketine.   Danişîna dozê ya ewil di 20'ê Hezîrana 2018'an de li Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê pêk hat û A.B. tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nekirin û bi gotinên wek "ez cerdevan im" xwe parast.    Di dnaişîna 20'ê Tîrmehê de jî, P.C. bi refaqatiya pedagog îfade da û got: "Îfadeya xwe ya berê dubare dikim. Dema min jê re got ez ê van tiştan ji mamosteyê xwe re bêjim sîleyek li min xist." Dayik A.C. jî got: "Keça min her tişt ji min re got. Hemû tişt rast in. Gilîdar im û dixwazim tev li hemû danişînan bibim." Her wiha mamosteyê dibsitanê û şahidên din jî her tişt piştrast kirin.    Piştî parêziyan dozger jî xwest di asta herî jor de bersûc bê darizandin. Paşê dadgehê biryara xwe daxuyand û bi tawanbariya "îstismarkirina zarok" 19 sal û bi tawanbariya "binpêkirina azadiya kes" jî 12 sal ceza li bersûc birî. Bi giştî 31 sal û 6 meh ceza li A.B. hat birîn.    MA / Berzan Guneş