Tosun: Em ê bi ciwanan re pêşerojek demokratîk, wekhev û azad ava bikin 2018-10-06 13:00:01   WAN – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun di Konferansa Ciwanên Serhedê ya HDP’ê de axivî û got: “Li dijî gelê Kurd, polîtîkayên navneteweyî yên tunekirinê di dewrê dene. Lê ligel hemû polîtîkayên faşîst emê bi we ciwanan re pêşerojek demokratîk, wekhev û azad ava bikin.”   Konferansa Ciwanên Serhedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya Artemêtan a partiyê destpê kir. Konferans bi şîara “Em xwe bi rêxistin bikin û Azad bibin” destpêkir. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û  gelek ciwan beşdarî konferansê bûn. Tosun di konferansê de axivî û wiha got: “Berî her tiştî em şehîdên xwe, hemû pêşengên xwe û pêşengê siyaseta demokrtîk Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ê dibin tecrîtek daîmîdeye silava dikin.      ‘EM DI SERDEMEK ZOR Û ZEHMET RE DERBAS DIBEIN’   Tosun, diyar kir ku ew di serdemek zor re derbas dibin û wiha got: “Li dijî siyaseta li welat tê jiyîn, krîza aborî û hemû polîtîkayên îmhayê yên li dijî gelê Kurd tên bikaranîn ciwan li çar parçeyan têkoşîna mirovahiyê û demokrasiyê birêve dibin. Kurd tim nirxên nû ava dikin û ji bo azadiya xwe têdikoşin.”    'EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN FAŞÎST LI BER XWE BIDIN'   Tosun, da zanîn ku êrîşî ciwanan dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku dizanîn ciwan xwedî enerjiyek mezinin. Jiyana ciwanan zindiye û herikbare. Di demên herî zor de bi berxwedana xwe peyamên girîng didin dagirkeran. Divê ev lêgerîna berxwedanê ya ciwanan tim berdewam bike. Emê bi were li dijî polîtîkayên faşîst, pêşerojek demokrat, wekhev û azad ava bikin.”    Piştî axaftina Tosun konferans ji çapemeniyê girtî re berdewam dike.