Girtiyê nexweş Ozelmali 10 rojin di greva birçîbûnê deye 2018-10-06 13:32:15 EDENE - Girtiyê nexweşîna giran Kemal Ozelmali (54) ê ligel ku rapora wî ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” heye jî 30 salin di girtîgehê de tê girtin. Ozelmali ji bo bê berdan 10 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye. Girtiyê siyasî yê nexweşîna Wernîck Korsakoff Kemal Ozelmali (54) ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê tê girtin 10 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ligel ku rapora Ozelmali ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” heye jî 30 salin di girtîgehê de tê girtin. Nûnerê TUAYDER ê Çukurovayê Urfî Aksû agahiya çalakiya greva birçîbûnê ya Ozelmalî da û wiha got: “Ez çûn girtîhê hevdîtina Ozelmalî û min wisan zanî Ozelmalî ketiye greva birçîbûnê. Rewşa Ozelmalî xirabe. Nexweşiya wî girane û nikare di girtîgehê de bimîne. Êdî pêdiviyên xwe yên takekesî jî nikare pêşwazî bike. Hevalên wî li wî mêze dikin. Kesên derdora xwe nas nake û wan tim ji bîr dike. Dixwaze bê berdan û ji ber vê yekê ketiye greva birçîbûnê. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin. Ger Ozelmalî neyê berdan dê jiyana xwe ji dest bide.”