Bila girtiyên nexweş Aslankiliç û Ozelmali bên berdan 2018-10-06 15:47:11 STENBOL/EDENE - ÎHD’ê di çalakiya hefteya 341’emîn a Rûniştina F a Stenbolê de xwest girtiyê nexweş ê 3 caran krîza dil derbas kir û ji sedî 65 rapora wî ya astengdariyê heyî Nesîp Aslankiliç û li Edeneyê jî girtiyê nexweş Kemal Ozelmali yê 10 rojin di greva birçîbûnê de, bên berdan.    Komîsyona Girtîgahan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi daxwaza serbest berdana girtiyên nexweş cara 341’emîn “Rûniştina F” pêk anîn û di çalakiyê de xwestin girtiyê nexweşîn ê 3 caran krîza dil derbas kir û ji sedî 65 rapora wî ya astengdariyê heyî Nesîp Aslankiliç bê berdan.    3 CARAN KRÎZA DIL DERBAS KIR    Di çalakiyê de Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran daxuyanî da. Onaran, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna giran Nesîp Aslankiliç û wiha axivî: “Aslankiliç ê 70 salî  di sala 2014’an de hat girtin û berî 2 mehan ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Patnosa Agiriyê hat kirin. Aslankiliç 3 caran krîz dil derbas kiriye û divê li xweşxanek baş bê dermankirin. Rewşa Aslankiliç ê ji sedî 65 rapora wî ya astengdariyê heyî divê bê berdan û derve de bê dermankirin.”     Onaran, di dawiya axaftina xwe de xwest Aslankiliç bê berdan.    JI KEMAL OZELMALI RE AZADÎ   Komîsyona Girtîhan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozelmalî yê 10 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de û xwest Ozelmalî demildest bê berdan. Komîsyona ÎHD’ê li Parka Îsmet Înonu kombû û daxuyanî da. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, parazvanên mafên mirovan, TUAYDER, gelek HDP’î û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.    'DI GIRTÎGEHAN DE 402 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE'   Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Parêzer Îlham Ongor, bal kişand ser rewşa tenduristiya Ozelmalî û wiha  axivî: “Me ji bo Ozelmalî de serî li sozger da. Em dixwazin girtiyê nexweşîna giran Kemal Ozelmalî demildest bê berdan.”    Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Zelal Demîray, piştî Ongor axivî û wiha got: “Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Li gorî danayên herî dawî yên Navenda Giştî ya ÎHD’Ê 402 jê giran hezar û 154 girtiyên nexweş hene.”   'REWŞA OZELMALÎ NE BAŞE’   Demîray, anî ziman ku rewşa Ozelmalî nebaşe û wiha bilêv kir: “Parêzerên ÎHD’ê berî mehekê çûn serdana Ozelmalî û gotin rewşa wî nebaşe. Ozelmalî ji bo bê beran ev 10 rojin di çalakiya greva birçîbûnê deye. Em bang li hemû raya giştî dikin ku bi hestiyarî tevbigerin û werin em bibin dengên girtiyên nexweş. Îro Ozelmalî bi mirinê re rû bi rû ye. Ger em dengê xwe ji wî bilind bikin, dibe ku em jiyana wî rizgar bikin.”