Li Amedê aqûbeta Ahmet Çakici hat pirsîn 2018-10-06 16:06:04 AMED - Şaxa ÎHD'a Amedê û Xizmên Windayan, di hefteya 505'emîn a çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin de" aqûbeta Ahmet Çakiçi ê di sala 1993’an ji aliyê leşkerên Tirk û cerdevanên gund ve hatibû windakirin pirsîn    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 505'emîn  a çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin de" aqûbeta Ahmet Çakiçi pirsîn. Çalakiya vê heftê li avahiya  Şaxa ÎHD'ê pêk hat.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Sendikaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), Şaxên Yekîtiya Odeya Mîmar û Endazyarên Tirk (TMMOB) beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Ahmet Çakici yê bavê 7 zarokan ê ji gundê Helhel ê navçeya Hezro ya Amedê hat windakirin pirsîn. Sekretera Şaxê ÎHD’ê Yuksel Arslan Acar daxuyanî xwend.   ÇÎROKA AHMET ÇAKICI   Arslan, diyar kir ku Çakici berî bê binçavkirin hefteyekê li navenda Amedê bi cih bûbû û wiha axivî: "Lê ji bo ku alavên wî li gund mabûn û  dema çû avalên xwe bigre hat binçavkirin. Çakici piştî ku hat binçavkirin birin Amedê û li vir demekê dirêj hat girtin. Ppiştre dîsan birin Hezro yê û carek din agahî ji Çakici nehat girtin.”   Arslan, di dewama  axaftina xwe wiha bilêv kir: "Yê herî dawî Ahmet Çakici dît xizmê wî Mûstafa Engîn bû. Mûstafa Engîn got Ahmet bi zimanê Kurdî  jêre peyiviye ‘Xalê Mûstefa çavê xwe hinekê veke’, dema ku çavê xwe vedike Ahmet dibîne. Engîn got, zêde ne axivîne, 16-17 rojan bi hevre di hucreyê de hatin girtin û ji ber êşkenceya li Ahmet hatibû kirin perasiyên wî şikestibûn.”   ‘BI BIRYARDARÎ EM Ê ŞOPA WINDAYAN BIBÎNIN’   Yuksel Arslan di dawiya axaftina xwe wiha ev tişt gotin: "Ne tenê 25 sal 125 sal jî derbas bibe li dijî vî sûcê dij mirovahiyê emê  bi biryardarî şopa kesên ku hatîn binçavkirin û indakirin bişopînin. Ji bo heqîqet û edaletê em ê têkoşîna xwe bidomîn in.”