Dogan ê di Komkujiya Enqereyê de birîndar bû: Me dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedaye 2018-10-07 09:03:39   MANÎSA – Ahmet Doganê ku di Komkujiya Garê ya 10'ê Cotmehê de birîndar bû, diyar kir ku 4 sal derbas bûn, lê êşa wan weke roja dest pê keye. Dogan, got ew niha jî dev ji daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bernadin.    Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê komkujiyek pêk hat û di wê komkujiyê de 103 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Yek ji kesên bi birîndarî filitî Ahmet Dogan (61) e. Doganê ku di sala 1988'an de ji ber zext û zoriyên dewletê ji Mêrdînê koçî navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê kir, heta vî emrî cotkarî kir. Doganê ku di komkujiyê de herdu lingên wî birîndar bûn heta niha 4 caran emeliyat bûye. Dogan, bilêv kir ku hîn jî êşa wan wekî roja ewil e.    ‘EM HEMÛ BI HEMAN KÊFXWEŞÎ Û HÊVIYÊ KETIN RÊ'    Dogan, diyar kir ku ji bo ew aştiyê bilêv bikin ew û hevalên xwe ber bi Enqereyê ve ketin rê. Dogan, anî ziman ku ke sji bo berjewendiyên xwe yên şexsî neçû û wê rojê hemû kes wekî cejn be ketin rê û tekane armanca wan ew bû ku doza aştiyê bikin. Dogan, diyar kir ku di rê de ew bi tu pirsgirêkan re rû bi rû nemane û dema ew gihaştine ber Gara Enqereyê herkesî bi yek dengî aştî qîriyaye.    ‘DI BIN CENAZEYAN DE MAM'    Dogan, destnîşan kir ku li qadê gelek polîs hebûn û kesî sehî nedikirin û tu tevdîr negirtibûn. Dogan got: "Piştî em gihaştin qadê nîv saet şûnde teqîn pêk hat. Ketibûm erdê. Cihê ku ez lê bûm, kesên li wir hemû mirin. Ez ji ser hişê xwe çûbûm. Min li derdora xwe dowîzên bixwîn dîtin, mirovên diçûn û dihatin. Ew rûyên bi ken xwînî bûbûn, ew dest û piyên govend digerandin jê bibûn. Ji destê xwe yê çepê û herdu lingên xwe birîndar bibûm. Kabokên min perçe bibûn. Hişê min li serê min bû, lê min nizanibû çi bûye. Min nizanibû ji bo çi mirov bi lez û bez tev digerin. Min nizanibû ji bo çi digirîn. Di bin cenazeyan de mabûm. Hemû cenaze li ser min bûn. Ji xeynî min pê ve kes nedilebitî. Li bin cenazeyan li kesên sax digeriyan. Ji bo gaz tesîrê li min neke hevlên min min diparastin. Wê kêliyê tenê difikirîm, ez ê bimirim. Min nikaribû xwe tevde bidana. Paşê polîs û girse pev ketin. Min birin enxweşxaneyê. Min tiştên li derdorê diqewmîn didîtin. Herkes ber bi derekê ve dibeziya. Hin kesan birîndar hilgirtibûn, hin kes digiriyan. Xwîn ji darê jî dihat."    ‘NAYÊ JI BÎRKIRIN'    Dogan, anî ziman ku wexta wî birine nexweşxaneyê demidlest wî emeliyat kirine û got: "Salekê bi daran meşiyam. Beriya teqînê saxlem bûm. Niha bi gopal dimeşim. Wisa dixuyê dê ev wisa dewam bike. Bûm mehkûmê gopal. Ez ê bi vî gopalî bijîm. Komkujiyeke ecêb bû. Nayê jibîrkirin. Ji ber vê zihîf bûm. Bi şev carinan nikarim rakevim. her ku çavê xwe digirim tê ber çavên min. Nikarim ji bîr bikim. Dê heta dawiyê di bîra min de be."    ‘ME DEV JI DAXWAZA XWE YA JI BO AŞTIYÊ BERNEDA'    Dogan, destnîşan kir ku di pêvajoya darizandinê de tenê bersûc hatine cezakirin û got: "Li wir îhmalkariya polîsan zêde bû. Ji bo wan pêvajoya cezakirinê bû. Bi qasî DAIŞ'ê kesên xwe li hemberî vê komkujiyê li nedîtinêd anîn jî ew qas sûcdar in. Di parêziyên xwe û îfadeyên xwe de em û parêzerên xwe tim vê yekê tînin ziman. Em ê di hemû danişînan de vê yekê bînin ziman. Divê polîs bên cezakirin. Ji wê rojê heta niha polîtîkayeke erênî nehat meşandin. Dewlet ji wê rojê û şûnde bi dijwartir tev digere. Ne bawer im polîtîkaya heyî bi kêrî pêşeroja Tirkiyeyê bê. Divê bê guherandin. Divê li ber çavê gel hesab bê dayîn. Ji wê rojê ve ye me dev ji daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bernedaye. Me tu kesî bera hev neda, me tim û tim hembêza xw evekir. Em bi ehrkesî re dost in. Me tim aştî bi lêv kir. Kêliyekê jî em dev ji doza xwe ya ji bo aştiyê bernedin." -   MA /Ayşe Surme