Namzetê AKP'ê yê di hilbijartinê de gel ew nehilbijart danîn ser şaredariyê 2018-10-07 09:14:59   ŞIRNEX – Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Findikê hat kirin, av hat qutkirin û çop nehatin komkirin. Di nav salekê de qeyûm tenê 4-5 caran serdana navçeyê kiriye û şaredarî radestî namzetê AKP'ê yê sala 2014'an ku nehat hilbijartin hatiye kirin.    Wezareta Karên Navxweyî di 18'ê Çileya 2017'an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajaroka Findik a navçeya Basana a Şirnexê kir. Piştî qeyûm hat tayînkirin gelê bajarokê ji hemû xizmetan hat mahrûmkirin.    Li bajarokê nêzî 300 mal hene. Çend roj berê ji ber ku bû rojev av hatibû berdan, lê belê niha dîsa hatiye qutkirin. Dema şaredarî di dest rêveberiya DBP'Î de bû av 2 rojan carekê dihat birîn, lê belê niha di 12 rojan de tenê saetekê av tê berdan. Welatî bi keran avê ji kaniyan dikişînin û ava wan bi baregehên leşkerî ve hatiye girêdan.    ÇOP BI ROJAN NAYÊN KOMKIRIN    Tevi qutkirina avê, her wiha li bajarokê bi rojan çop jî nayên komkirin û ji ber vê bêhneke nexweş ji derdorê tê. Ji ber vê gel ji mecbûrî çopên xwe li deverên derî bajarokê dirîjînin.    DI 19 MEHAN DE TENÊ 4-5 CARAN HAT BAJAROKÊ    Qeyûmê şaredariyê Osman Demîr heta niha tenê 4-5 caran serdana bajarokê kiriye. Di dema şaredariya DBP'î de gelek rê bi ekvirên parkeyî hatin çêkirin, lê belê ji roja ku qeyûm hatiye tayînkirin hema bêje rê nehatine çêkirin.    Her wiha ji ber ku qeyûm nayê, rêveberiya şaredariyê radestî namzetê AKP'ê yê 2014'an ku di hilbijartinê de nehat hilbijartin Abdulselam Îmre hatiye kirin. Gel ji ber vê yekê nerihet e û destnîşan kirin ku tenê wekî xizmet heta niha parkek tenê hatiye çêkirin.