‘Em ê bibin şopdarên têkoşîna Gurbetellî’ 2018-10-07 13:57:54 AMED - Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGL), di salvegera şehadeta yekemîn gerînendeya giştî ya weşanê ya jin a Tirkiyeyê Gurbetellî Ersoz û Roja Rojnamegerên Jinên Kurd de daxunî da û got: "Gurbetellî ya navê cesaret û berxwedanê ye, emê dilê wê bi pênûsên xwe axa welatê xwe nexş bikin." Piştî ku Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz di 7'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da, ev roj ji aliyê jinên kurd ve wekî Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd hat îlankirin û di dîrokê de cih xwe girt. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGL, derbarê vê roja dîrokî de daxuyaniyek nivîskî weşand û ev roj li hemû rojnamegerên jin pîroz kir.   Platformê di daxuyaniya da de wiha got: "Gurbetellî Ersoz a navê cesaret û berxwedanê ye, emê dilê wê bi pênûsa xwe axa welatê xwe nexş bikin. Em di demek ku mîlîtarîzm di lutkeyê de ye, civak bi polîtîkayên tirs û çewisandinê tê rêvebirin, îtîrazeke bi çûk jî bi girtinê tê bersivandin re, medya hatiye yekirin ku em nikarin bahsa azadiya çapemeniyê bikin, bi dehan rojnameger di girtîgehê de ne, Roja Rojnamegerên Kurd ên Jin pêşwazî dikin. Herwiha ev roj di heman demê de roja jidestdayîna jiyana rojnamger Gurbetellî Erosoz a ku rojnamegerk şoreşger e û Gerînendya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ye. Em di vê rojê de Gurbetellî Erosoz bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wê ditewînin. Xeta wê ya têkoşînê artêşeke li pey heqîtê ya rojnamegerên jin ava kiriye. Ev têkoşîn li qada çapeniyê di heman demê de ji bo têkoşîna jinê jî bû bingehek. Jinên rojnameger ên kurd ku ev mîras dewr gitin, bedela wê çi dibe bila bibe, ji bo ku rastî di tariyê de nemînin û heqetê derxînin holê têkoşîneke bêhempa didin. Di serî de Rojhilata Navîn faşîzma ku hemû cîhan veguherandiye qada şer û girêdayî vê faşîzmê zîhniyeta baviksalar a ku bi, tecawizkirin, tundî û qetilkirina jin û zarokan û tundiya li dij xwezayê xwe heyî dike, bi pênûsa jinên kurd ên rojnameger tê deşfrekrin.   Em ê bibin şodarên têkoşîna ku ji bo ronîkirina rastiyan û dîroka çanda kurd bi dîroka jinê ya ku nehatiye nivîsandin re hatiye dayîn û vê dîrokê ji nû de binivîsin. Em Roja Rojnamegerên Kurd ên Jin li tevahî rojnamgerên jin pîroz dikin."