Başaran: Divê ciwan lingên pergala demokratîk ava bikin 2018-10-07 16:32:54   ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran di Konferansa Ciwanên Herêma Egeyê ya Partiyê axivî û wiha got: “Divê ciwan lingên pergala demokratîk ava bikin.”   Konferansa Ciwanên Herêma Ege ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bi şîara “Em xwe bi rêxistin bikin û azad bibin”, li avahiya partiyê pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Dayikên Aştiyê û gelek ciwan beşdarî konferansê bûn. Konferans bi pêşandana sînevîzyonê dest pê kir û li ser pêvajoya siyasî nîqaş hatin kirin.    ‘LI ŞÛNA NÎŞANEYA RABÎA EM PERGALA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, di konferansê de axivî û wiha got: “Hêza guhertin û veguhertina civakê ciwanin. Hemû êrîşên dawî yên heyî li ser jin û ciwanan hatin bi rêve birin. Ligel vê jî ew hêza ciwanan heye ku vê pêvajotê biguherînin. Li şûna ciwanên îdîayên wan ên azadiyê hebûn, projeya Ciwanên AK ava kirin. Lê divê ciwan vê qebûl nekin. Werin em li şûna her roj Erdogan derdikeve televîzyonan û nîşaneya Rabîa bike, lingên pergala demokratîk ava bikin û dinava civakê de belav bikin. Erka herî mezin jî dikeve ser milê ciwanan.”    ‘DIVÊ EM LI DIJÎ TECRÎTÊ DERBIKEVIN’    Başaran, bal kişand ser tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku ji fikir û ramên Birêz Ocalan ditirsin, wî tecrît dikin. Ev 20 salin em behsa tecrîta li ser Ocalan dikin. Di sedsala 21’emîn de tecrîta li ser Birêz Ocalan li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin. Divê em hîn zêdetir li dijî tecrîtê derbikevin û dengê xwe bilind bikin.”