Li ser Pira Osmangazî ji bo Dîlovasiyê çalakî 2018-10-07 16:55:15 KOCAELÎ - Li ser Pira Osmangazî, komek ciwan ji bo Dîlovasiyê çalakî pêk anîn û diyar kirin ku malên wan bi toza komirê reş bûne.      Komek ciwanên navçeya Dîlovansi ya Kocaelî, ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkên xwe yên ji ber  ocaxên komirê yên 300 metre dûrî bajêr dijîn li ser Pira Osmangazî çalakî pêk anîn. Ciwanên derketin ser pire pankarta “Ji bo hewayek paqij, ji komirvanan re na” vekirin. Ciwan diyar kir ku malên wan, kargehên wan û qadên wan ên jiyanê hemû bi toza komirê reş bûne. Ciwana bang li rayedaran kirin ku ger ev pirsgirêka wan neyê çareser kirin dê xwe ji pirê bavêjin.