ROJEVA 08'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-08 09:00:45   * Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Emran Emekçî diyar kir ku Ocalan roja ji Sûriyeyê hat derxistin heta îro di bin tecrîd û dorpêçê de ye û got: “Heta bi milyonan kes rêxistin nebe, tecrîd û komplo neyê şikestin.”    * Xebatkarê Kovara Ozgur Toplumê Fahrettîn Kiliç ê piştî 18 meh şûn ve hat berdan diyar kir ku li girtîgehên Kurkçuler û Tarsûsê binpêkirina mafan li ser hev diqewime û jiyan û rûmeta mirovan tune tê hesibandin.    * Balafirgeha Şerafettîn Elçî veguherandin cihê sewqiyata eskerî û her wiha li balafirgehê baregeha helîkoptêr û ÎHA jî hat avakirin.    * Şêwekara îranî Parya Ghaderî li Stenbolê bi xêzkirina wêneyên jinan pêşengeha bi navê “Kurdu Yuzu (Rûyê Honandinê)” vekir û got “Her jina li pêşengehê digere tiştek ji xwe têde dibîne.”    * Li navçeya Perteka Dersimê darek çinarê ya hezar û 200 salî yek ji dara taybet a kevintîrin  e. Şêniyên navçeyê ji ber ku dar nayê parastin bi gazinin.    * Prof. Dr. Melek Goregenlî ya ku bi komek berfireh re li Sûrê lêkolînên qadê kirin got: “Piştî li Sûrê şer xelas bû jî di her warî de binpêkirina mafê mirovan pêk tê.”    *Gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, li avahiya rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, dê derbarê 9'ê Cotmehê salvegera ji derxistina Sûriyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî bidin. (11.00)    * DÎSK, dê li ber Midûriyeta Bajêr a Xebat û Parastina Kar a Stenbolê, ji bo serbestberdana Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş Ozgur Karbulut daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)    *Baroya Edeneyê, bi armaca bertekê nîşanî girtina Parêzer Omer Kavîlî bidin, dê ji ber Edeliya Edeneyê heya Parka Îsmet Înonu bimeşin. (12.30)   * 9'emîn danişîna doza derbarê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel de bi îdîaya "Rêxistin avakirin û birêvebirîn" hat vekirin de, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin. (14.00)   * Bi boneya salvegera Komkujiya Gara Enqerê, dê li Navenda Giştî ya Tum-Bel Senê panêla bûyerên di pêvajoya dozê de hatin jiyîn, bê lidarxistin. (17.00)