Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn 2018-11-24 17:27:37   AMED / ÊLIH – Li Amed û Êlihê rêveberên ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta windayan pirsîn. Li Amedê li aqûbeta Farhiye û Mahmut Mordenîz pirsîn û li Êlihê jî Meryem Bulut a di teqîna Gara Enqereyê de jiyana xwe dest da hat bibîranîn.    Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” di hefteya 511’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe li dar xist. Gelek aktîvîstên jin û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta Fahriye û Mahmut Mordenîz ên di 28’ê mijdara 1996’an de di binçavan de hatin windakirin pirsîn.    'ÎŞKENCE HEBE BERXWEDAN JÎ HEYE’    Di çalakiyê Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Aslan Acer axivî û bi bîr xist kul i herêmê bi mirovan qetil kir û sal di ser vê yekê re derbas bûn û ew ê tu demê dev ji lêgerîna maf bernedin. Acer bal kişand ser cûreyên şideta li dijî jinan û got: “Şideta li ser jinan dewam dike. Lê li ku zext, zilm û îşkence hebe li wir berxwedan jî heye.”    ‘TÊKOŞÎNA ME LI GEL DAYIKAN DÊ BIDOME’    Endama Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKP) Bahar Karakaş jî axivî û bal kişand ser 25’ê mijdarê û û got di salên 90’î vir ve bi sedan mirov ji aliyê dewletê ve hatin windakirin û heta niha hêj tu pêşketin çênebûye. Karakaş da zanîn ku ew ê li gel Dayikên Şemiyê piştevanî û têkoşîna xwe dewam bikin.    Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê Parêzer Gurbet Yazici jî çîroka windakirina Fahriye û Mahmut Mordenîz ên di 28’ê mijdara 1996’an de hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin xwend û li aqûbeta wan pirsî.    ÊLIH    Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” di hefteya 417’emîn de çalakiya xwe li avahiya xwe dewam kir. Di çalakiya vê hefteyê bi boneya 25’ê Mijdarê Dayika Aştiyê Meryem Bulut a di teqîna Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn.    Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Parêzer Denîz Rumeysa Kaya daxuyanî da û got ew di şexsê Meryem Bulut de hemû jinan bibîr tîne û Bulut yek ji dayika aştiyê û şemiyê bû. Kaya diyar kir ku mexdûrên komkujiyê û nobedarên edaletê li benda roja edalet cihê xwe bibîne ne.    Piştî axaftina Kaya çalakiya rûniştînê pêk hat.