Girtiyên jimareya li piyan qebûl nekirin rastî êrîşa gardiyanan hatin 2018-11-25 09:10:26   EDENE - Li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê, ji ber girtiyan jimariya li ser piyan û lêgerîna li devê wan qebûl nekiriya gardiyanan êrîşî wan kiriye û di êrîşê de serê girtiyan û destên wan şikiyane.    Li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Edeneyê, ji ber girtiyan jimariya li ser piyan qebûl nekiriye û ferzkirina lêgerîna li devê wan red kiriye gardiyanan êrîşî wan kir. Ev êrîş di 22'yê Mijdarê de pêk hatiye û di êrîşê de dest û piyên girtiyê bi navê Zafer Bahadir şikiyane û girtiyên din jî serê wan şikiyane û wan xistine hucreyan. Malbatên girtiyan ji ber vê yekê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da.   Gule Tan, dayika girtyiê bi navê Ridvan Tan, diyar kir ku kurê wan di 24'ê Mijdarê de bi telefonê li wan geriyaye û gotiye gardiyanan ew derb kirine. Dayik Tan got: "Kurê min xwest em serî li ÎHD'ê bidin. Ji ber vê guman li me peyda bûne."    'HÛN Ê ROJÊ JÎ NEBÎNIN'   Ayşe Bahadir, dayika girtiyê bi navê Zafer Bahadir, jî diyar kir ku kurê wê lê geriyaye û gotiye: "Gardiyanan li qawîşê êrîşî me kir. Serê min û destê min şikandin. Hevalên me hemûyan derb kirin. Destê xwe xistin qirika hevalekî me. Ger me mudaxile nekirina wê hevalê me bifetisanda. Me derb kirin û xistin hucreyê. Ji me re dibêjin 'hûn ê di dema jimariyê de li ser piya bin. Di dema jimariyê de devê xw evekin. Em ê ser hewadariya we bigirin. Em ê nehêlin hûn rojê jî bibînin.' Wexta em li hemberî vê derketin em hatind erbkirin. Hevalên me yên enxweş sewqî girtîgehê nakin û tedawîkirina wan bid erengî dixin. Ji ber vê em bang li raya giştî dikin."    Dayik Bahadir, destnîşan kir ku der barê jiyana kurê wê û hevalên wê de şik û guman li wan peyda bûne û bang li parêzvanên mafên mirovan kirin.    Vahap Baysal, kekê girtiyê bi navê Nedîm Baysal, jî destnîşan kir ku li girtîgehê îşkenceyeke sîstematîk heye. Baysal, diyar kir ku komeke ji 40 gardiyanan pêk tê çûne qawîşa ku 8 kes lê bûne û ji girtiyan xwestine ji bo jimariyê rabin ser piya û devê xwe vekin, lê belê girtiyên ev yek qebûl nekirine hatine derbkirin.    PIŞTÎ 3 MEH ŞÛNDE WAN DIBIN REVÎRÊ    Baysal, destnîşan kir ku di dema sewqkirina nexweşxaneyê de jî girtî tên derbkirin û got: "Piştî 3 meh şûnde girtiyên enxweş dibin nexweşxaneyê. Wexta wan dibin jî dibêjin 'bijîşk tune ye' û bêyî bên tedawîkirin wan tînin. Birayê min di 24'ê Mijdarê de li hevjîna xwe digere. Ji hevjîna xwe re dibêje 'piştî hevdîtina roja pêncşemê gardiyan bi dar û copan êrîşî me kirin û di êrîşê de destê hevalekî me û serê wî şikiya. Hevalekî me yê din jî serê wî şikiya. Gardiyanan destê xwe xist qirika hevalekî me û xwestin wî bifetis,nin. Me hem yan xistin hucreyê.' Der barê jiyana wan de şik û gumanên me hene."    Piştî vê yekê em li girtîgehê geriyan, lê belê kesî bersiva telefona me neda.    MA / Hamdullah Kesen