DÎSA-DER: Bila hevalên me bên berdan 2018-11-25 12:56:30   WAN - Rêveberên DÎSA-DER'ê, daxuyanî dan û xwestin endam û rêveberên wan ên hatin girtin serbest bên berdan.    Endam û rêveberên Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER), bi civînekê bertek nîşanî girtina endam û rêveberên xwe dan. Rêveberên DÎSA-DER'ê ji bo Hevserokê wan Naîm Ozden, Hîndekarê komeleyê Şevket Acar, Dilber Akin, Mîzgin Deniz, Gulsum Bîlge û Celal Soguk ên duh hatin binçavkirin bên berdan, li avahiya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP'ê yên Wanê jî piştgirî dan çalakiyê. Hevseroka Komeleyê Medina Karaman, bertek nîşanî binçavkirinan da û wia got: "Di 24'ê Mijdarê roja mamosteyan de mamosteyên kurdî hatin binçavkirin. Ji ber ku DÎSA-DER'ê li ser ziman komxebat pêk anî li dijî endam û rêveberên me operasyon pêkhat. Ev nîşan dide ku dewlet ziman û wêjeya kurd tehamul nake.