Ji bo bersûcên Yurdakul cezayê muebetê hat dayîn 2018-11-26 11:36:03   BALIKESÎR - Ji bo bersûcên Ulaş Yurdakul ê li Girtîgeha Tîpa L a Kepsutê ya Balikesîrê, ji ber ku Kurd bû ji aliyê 8 girtiyên edlî ve hat kuştin, cezayê muebeta giran hat dayîn.    Li Girtîgeha Tîpa L a Kepsutê ya Balikesîrê Ulaş Yurdakul (40) ê ji Êlihê, ji ber ku Kurd bû di 1'ê Çileya 2017'an de ji aliyê 8 girtiyên edlî ve bi îşkenceyê hat kuştin. Danişîna biryara dozê ya derbarê bûyerê de hat vekirin, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê hat dîtin. Di danişîna doza 6 jê girtî 9 kesên tên darizandin de, ji bo bersûc Nîhat Şen, Serkan Evran, Recep Okumuş û Îbrahîm Armagan, ji ber sûcên "Bi hestên cinawirî, an jî eziyet kirin û bi hevkarî kuştin" yek bi yek cezayê muebeta giran hat dayîn.