Parêzerê Yurdakul ê ji ber Kurd bû hat kuşt: Biryar di cih deye 2018-11-26 13:14:45   STENBOL - Parêzerê Ulaş Yurdakul ê ji ber Kurd bû li Girtîgeha Tîpa L a Kepsutê ya Balikesîrê hat kuştin Hakan Gunaslan, diyar kir ku cezayê ji bo bersûcan hat dayîn di cih deye.    Danişîna biryara doza Ulaş Yurdakul (40) ê ji ber ku Kurd bû li Girtîgeha Tîpa L a Kepsutê ya Balikesîrê ji aliyê 8 girtiyên edlî ve bi îşkenceyê hat kuştin, hat dîtin. Danişîna li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê hat dîtin û şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Di danişîna doza 6 jê girtî 9 kesên hatin darizandin de, şandeya dagehê ji bo bersûc Nîhat Şen, Serkan Evran, Recep Okumuş û Îbrahîm Armagan, ên sûcên wan diyar yek bi yek cezayê muebeta giran birî. Şandeya dadgehê di heman demê de ji bo 3 kesan biryara beraetê da û ji bo 2 kesan jî du sal cezayê girtîgehê birî.      ‘BIRYAR DI CIH DEYE’   Parêzerê malbata Yurdakul Hakan Gunaslan, biryara dadgehê nirxand û wiha axivî: “Biryara dadgehê di cih deye. Dema Ulaş Yurdakul di girtîgehê de bû, li wî îşkence û eziyet kirin. Bi îşkencê kuştin. Îşkenceya ku dibe sedama mirina wî, bi şev dest pê dike û heya saetên serê sibê berdewam dike. Dûre heya nîvro ev îşkence dîsan berdewam dike û Ulaş jiyana xwe ji dest dide. Ulaş di 14’ê Nîsana 2016’an dixwin qawîşa C3 ya lê hat kuştin. Roja ku Ulaş derbarê qawîşa C3 dibe, îşkence destpê dike û heya jiyana xwe ji dest dide ev îşkence berdewam dike. Ji ber vê yekê biryar di cih deye.”   ‘ULAŞ 8 MEHAN RASTÎ ÎŞKENCÊ TÊ’   Gunaslan, di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Yek ji bersûcan Aydin Zararsiz, pêl Ulaş dike û dibe sidema kuştina Uşal. Ligel ku ev yek derket holê jî, dadgehê derbarê Aydin Zararsiz de serlêdana sûc nekir. Ev kêmasiyek pir mezin bû. Ulaş 8 mehan rastî eziyet û îşkenceyek giran hat. Ji ber vê biryara dadgehê girînge.”