Li Girtîgeha Panosê girtî hatin derpkirin 2018-11-26 14:07:06   AGIRÎ -  Li Girtîgeha Panosê, gardiyenan dibin navê “lêgerînê” de bi ser qawîşan de girtin û girtiyekê nexweşîna dil jî dinav de 6 girtî derp kirin.   Ji roja Girtîgeha Tîpa L a Panosê hat avakirin û vir ve bi derpkirina girtiyan û binpêkirina mafê mirovan ji rojevê dernakeve. Hat îdîakirin ku berî du rojan gardiyenan dibin navê “Lêgerînê” de bi ser qawîşan de girtin û girtî derp kirin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe, derbarê bûyera derp kirin de agahî dan û gotin: “Gardiyenan di dema lêgerînê de 6 girtî Muhîttîn Unal, Saît Tayfur, Ufuk Demîr, Kenan Kara û Engîn Balta darp kirin û di heman demê gardiyenan kulm li dilî Yakûp Taşdemîr ê nexweşiya dil pêre heyî, xistin.”    Dîsan hat diyar kirin ku Taşdemîr ji ser hişê xwe çû, 4-5 saet şûnde, piştî girtiyan li camên qawîşan xistin, birin revîrê.   Derbarê bûyerê de, me li rayedarên girtîgehê geriya, lê tu bersiv nedan pirsên me.