ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-27 09:00:01 * Mamoste Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û hemşîre Mesûde Demîr ku piştî hatin îxrackirin jî dev ji kar û barên sendîkayê bernedan, tevî pitikên xwe sibehê tên sendîkayê û heta êvarî dixebitin. Herdu jinan got: "Ji bo em welatekî demokratîk ji bo zarokên xwe biafirînin em têdikoşin."  * Li Amedê şebekeya selefxuriya amûrên POS'ê dike û blokeyên li ser hesabên bankeyê radike û midûrê şaxa bankeyê yê amûrên POS'ê peyda kirine jî di nav de der barê 52 kesan de doz hat vekirin.    * Parêzerê mexûdûrên Komujiya Pirsûsê Serdil Îzol, berdana gumanbar mele Abdulla Omer Arslan rexne kir û got: "Beyanên şahidan derî hiqûqê ne. Lê dîsa jî tiştek nehat kirin. Wê ev dosye bi vî awayî bimîne û pêş ve neçe."    * Hat diyarkirin ku li Amedê polîsan bi hinceta "îxbar hatiye kirin" çûne avahiya sendîkayê ya KESK'ê. Wexta pêkhateyên Platforma Şaxên KESK'ê civîn çêdikirin polîs çûne avahiyê. Her wiha polîs bi heman hincetê avêtine ser hevdîtin endamên jin ên SES'ê ku wexta bi hev re taştê dikirin.    * Di ser cinayeta Tahir Elçî re 3 sal derbas bûn, lê hîn jî bûyer nehatiye zelalkirin. Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, got: "Em jî dizanin û dozger jî dizane kî Tahir kuştiye."    * Parlementerê Partiya Saadetê yê Stenbolê Cîhangîr Îslam destnîşan kir ku wê di hilbijartina herêmî de AKP'ê li dor banda ji sedî 30 dengan bigire û got: "Windahiya di AKP'ê de didome. Av dikeve keştiyê. Lê êdî wê ev kun bi pîneya MHP'ê neyê girtin."    * Karkerên tekstîlê yên pirsgirêkên debarê dijîn, di heman demê de li dijî krîza aborî liber xwe didin. Mûzaffer Uzer, diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin û got: “Di dawiya hefteyê de jî em necarin ku bixebitin.” Pamûk Coşkûn jî, anî ziman ku ew nikarin biçin bazarê û kirêya malê bidin.   * Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu diyar kir ku ji bo pêşiya demokrasiyê vebibe çalakiya Leyla Guven çirûskek e û got: “Ji bo ev çirûsk geş bibe pêwîste her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”    * Endama Komîsyona Venedîkê Doç. Dr. Oyku Didem Aydin, bal kişand ser biryara DMME'ê ya der barê Selehattîn Demîrtaş de û xala Qanuna Bingehîn a 148'an bibîr xist û got: "PMME ji ezmanan bi zembîlê nehat xwar. Di Qanûna me ya Bingehîn de jî heye.    * HDP, CHP, AKP û IYÎ Partî, dê li Meclîsê civîna komên xwe li dar bixin. (9.45-13.30)   * Yekem danişîna doza derbarê 14 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a bi KHK’ê hat girtin bi îdîya “Endamtiya rêxistinê” hat vekirin, dê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê bê dîtin. (12.00)   * Li Edeneyê, çalakiya karkerên bi daxwaza maeşê wan bê zêdekirin dest ji kar berdan, dê bê şopandin. 10.00-18.00)   * Şaxa SES’ê ya Stenbolê, dê têkildarî binçavkirina Hevseroka xwe ya Giştî Gonul Erden de, li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Dr. Sadî Konuk daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30)   * Danişîna biryara doza derbarê Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu da hatibû vekirin, dê  li 25’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Edeneyê bê dîtin. (11.00-18.00)   * Kedkarên Çapemeniya Azad, ji bo balê bikişînin ser doza hempişeyên xwe ya dê dirojên bêşde bê dîtin, dê li ber Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)