Di doza Dadgeha Bilind xera kiribû de kes nehat berdan 2018-11-27 12:01:12   WAN – Hevşaredarên Erdîşê Dîba Keskîn û Abdurrahman Çagan jî di nav de 24 siyasetmedarên ji doza “Xwerêvebirinê” tên darizandin nehatin berdan.    Li navçeya Erdîşê ya Wanê di 12’ê cotmeha 2015’an de bi hêceta beşdarî daxuyaniya “Xwerêvebirinê” bûne lêpirsîn hatibû dest pêkirin û Hevşaredarên Erdîşê Dîba Keskîn û Abdurrahman Çagan jî di nav de 24 siyasetmedarên kurd di 14’ê cotmeha 2015’an de hatibûn binçavkirin û pişt re hatibûn girtin. Danişîna doza siyasetmedaran li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê hat dîtin.    NEHATIN BERDAN    Dadgeha bilind dozê xera kiribû û doz li dadgeha Erdîşê ji nû ve dewam dike. Siyasetmedaran neanîn danişînê û bi SEGBÎS’ê beşdar bûn. Hevşaredar Keskîn û girtiyên din îfadeyên xwe dubare kirin. Parêzeran dema dirêj a girtinê bi bîr xistin û xwestin muwekîlên wan bê berdan. Pişt re heyeta dadgehê daxwaza berdanê red kir û danişînê taloqî 18’ê sibata 2019’an kir.