Rojnameger sewqê edliyê kirin 2018-11-27 12:01:40   WAN -  Xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê yên di çarçoveya operasyona navenda wê Wanê de, hatibûn binçavkirin, sewqî dozger hatin kirin.    Di operasyona li Wan, Stenbol, Edene û Îzmirê de xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem, Nacî Erdem, Suat Karagoz, Ferhat Duman, Murat Karakaş, Mîzgîn Fendîk û Ozkan Akyurek hatibûn binçavkirin. Duh îfadeyên xebatkarên rojnameyê yên li Midûriyeta polîsan hatin girtin û îro sewqî Edliya Wanê hatin kirin. Hat diyar kirin ku xebatkarên rojnameyê dê dinava rojê de îfade bidin dozger.