Li ber Girtîgeha Bakirkoyê banga danişîna rojnamegeran kirin 2018-11-27 14:47:36   STENBOL – Rojnameger ji bo hempîşeyên xwe yên girtî li ber Girtîgeha Bakirkoyê kom bûn û banga beşdariya danişîna rojnamegeran a hefta bê kirin.   Kedkarên çapemeniya azad bi boneya balê bikişînin ser doza hevpîşeyên xwe yên girtî li ber Girtîgeha Tîpa L a Jinan a Bakirkoyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Rojnamegerî ne sûc e, ji rojnamegerên girtî re azadî” hildan û dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin.    Di çalakiyê de ewilî Endama Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Safiye Alagaş axivî û diyar kir ku ew ji bo hevalên xwe yên girtî hatine gel hev û got: “Em dixwazin hemû hevalên me demildest bên berdan. Ji ber rojnameger rastiyê dinivîsînin tên girtin. Rojnameger neneçarin wek desthilatdariyê bifikirin. Lê rojnameger neçarin ku rastiyê binivîsînin. Çi dibe bila bibe em ê tu demê ji rastiyan tawîz nedin û rastiyê binivîsînin.”    ‘NÛÇE NIVÎSANDINA ME DIKIN SÛC’    Endama Platformê Kevser Ozkaynak daxuyanî xwend û wiha got: “Adeta dixwazin pîşeya rojnamegeriyê edeb bikin. Rastiyan bi şidet û zextan dixwazin bêdeng bikin. Em di serdemek wiha de derbas dibin. Nûçe çêkirin, pirsên me, dîmen kişandina me û heta parvekirina nûçeyên em çêdikin jî dikin sûc. Dozan li gelê me vedikin. Tevî ku rojnameger rastiyê derdixin holê jî lê şûna berpirs bên darizandin dîsa jî rojnamegeran didarizînin û bedelê wê rojnameger didin.”    ‘DOZGER JÎ BI QASÎ ME ŞAHID E’    Ozkaynak daxwaza berdana hemû rojnamegeran kir û wiha domand: “Nûçegihanên ETHA’yê Îsmînas Temel,  Pinar Gayip, Semîha Şhaîn, xebtkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Hîcran Urun, Reyhan Hacioglu, Îhsan Yaşar, Îshak Yasul û Mehmet Alî Çelebî dê vê hefteyê cara duyem derkevin pêşberî dadger. Em carek din dibêjin hevalên me berdin. Em şahidin ku hemû hevalên me rojnameger in. Nûçeyên çêkirine û wêneyên kişandina şahidiya rojnamegeriya wan dike. Wisa ye ku ev nûçe û wêne ketine dosyeyên wan. Dozgerê dosye amade kiriye jî herî kêm wek me şahid e ku hevalên me rojnamegerin.”    ROJNAMEGER EVREN JÎ DERDIKEVE PÊŞBERÎ DADGER    Ozkaynak bi bîr xist ku rojnameger Kîbriye Evren a li Amedê hat girtin jî dê di 6’ê kanûnê de danişîna wê li Amedê bê dîtin û xwest Evren demildest bê berdan.    DANIŞÎN LI PEY HEV IN    Ozkaynak der barê danişînan de agahî da û got nûçegihana ETHA’yê Îsmînaz Temel di 29’ê mijdarê de li Dadgeha Stenbolê, Semîha Şahîn û Pinar Gayip jî dê di 5’ê kanûnê de li Dadgeha Stenbolê, roja 6’ê kanûnê jî dê danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê li Dadgeha Stenbolê bê dîtin.    PEYAMA TEMEL HAT XWENDIN    Piştî daxuyaniyê nûçegihana ETHA’yê Ebrû Yigît peyama rojnameger Îsmînaz a ji girtîgehê şandibû xwend.    Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.