Di beşa lezgîn de gelo ji ser ranzeyê ket erdê û jiyana xwe ji dest da? 2018-11-27 15:24:13 AMED - Hat îdîakirin ku Alî Bozkurt (68) ê li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl anjiyo bû, di beşa lezgîn de ji ber ku ji ranzê ket xwarê xwîn çû ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da. Malbatê ji bo berpirs bên cezakirin serlêdana sûc kirin, lê rayedarên nexweşxanê hîna jî bêdengin.   Welatiyê 68 salî Alî Bozkurt ê li navçeya Erxenî ya Amedê dijiya û nexweşiya wî ya dil a kronîk hebû, di 21’ê Mijdarê de bi gumana krîza dil ji Nexweşxaneya Dewletê ya Erxaniyê sewqî Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargûl hat kirin. Bozkurt piştî di Beşa Kardîyolojî ya Nexweşxaneyê anjiyo dibe, radikin beşa lezgîn. Hat îdîakirin ku Bozkurt di 22’yê Mijdarê de ji ranzeyê dikeve erdê û xwîn diçe ser mejiyê wî. Li ser vê yekê rayedarên nexweşxanê, di 26’ê Mijdarê de agahî didin malbatê û dibêjin Bozkurt di beşa lezgîn de jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Bozkurt ê ji morga nexweşxanê hat girtin di heman rojê de hat definkirin.    ‘EM NEGIRTIN HÛNDIR’   Xarziyê Alî Bozkurt ê jiyana xwe ji dest da Erdal Bozkurt, derbarê bûyerê de ji Ajansa Mezopotmya (MA) re axivî.   Erdal Bozkurt, diyar kir ku xalê wî di Beşa Kardiyolojî de anjiyo bû û wiha axivî: “Piştî anjiyo me wî dît. Ji ber ku wî kiribûn beşa lezgîn de zedem me nekarî em hev bibînin. Rewşa wî baş bû. Di 22’yê Mijdarê de, derdora saet 12.00’an me xwest em xalê min bibînin, lê ji me re gotin ‘ev der beşa lezgîne, hûn nikarin bikevin hûndir.’ Di wê navberê de xalê min ji ranze ketiye û xwîn diçe ser mejiyê wî. Lê ji ber ku di demê xwe de mûdaxileyê wî nakin, gelek xwîn winda dike. Dûre mi li hûndir mêze kir, hîna jî xwîn ji serê xalê min dihat. Dema em ji erkdarên nexweşxanê pirsî gotin ‘Ji ber serûma me li milê wî xistiye xwîn diherike. Tu pirsgirêrek din tuneye.’ Bi vê awayî xwestin ser bûyerê bigirin. Lê me wêneyê wî bi telefonê kişand. Erkdarên nexweşxanê gotin wêne kişandin qedexeye, ger hûn wêneyê nexweş bikêşin emê êdî lê mêze nekin.’ Bi vê awayê em ji odê derxistin.”   MALBATA DÊ SERLÊDANAN SÛC BIKE   Bozkurt, da zanîn ku ji ber îhmalkariyê xalê wî jiyana xwe ji dest da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê emê derbarê hemû kesan de serlêdana sûc bikin. Ji bo vê me serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.”   NEXWEŞXANÊ: TU AGAHÎ NEDAN     Di çarçoveya gotin û îdîayên hatin kirin de, me bi telefonê li rayedarên Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê geriya û ji wan xwest ku derbarê bûyerê de agahî bidin. Lê rayedarên nexweşxanê gotin ewê derbarê bûyerê de agahî nedin.