Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hat redkirin 2018-11-27 17:51:05   STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Heta niha 767 serlêdanan hatine redkirin.     Parêzer Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Fuat Coşacak ji bi hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Heta niha parêzeran ji bo hevdîtinê 767 caran serî li serdozgeriyê dane, lê hemû serlêdanên wan hatine redkirin.     Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çêbikin.