Li Êlihê pevçûn: Yek jê polîs 2 kes mirin 2018-11-27 20:37:32   ÊLIH - Li navenda Êlihê di navbera hin kesên nasnameya wan nediyar û polîsan de pevçûn qewimî. Di pevçûnê de kesek û polîsek mir.    Li Taxa Hîlal a Êlihê danê êvarî di navbera polîsên taybet û kesên nasnameya wan nediyar de pevçûn qewimî. Di pevçûnê de kesekî navê wî nehat hînbûn û polîsê bi navê Bîrol Tekîn mirinç Piştî pevçûnê gelek polîs sewqî taxê hatin kirin. Polîsê di pevçûnê de birîndar bû jî bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê, lê belê polîsê birîndar Oztekîn li nexweşxaneyê mir.    Piştî bûyerê Waliyê Êlihê Hûlûsî Şahîn çû nexweşxaneyê û agahî ji Midûrê Emniyeta Êlihê M. Alî Akkaplan agahî wergirtin. Hat hînbûn polîsê mir ji Erxeniya Amedê ye.