ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-01 09:00:49 * Li Mêrsînên nanpêjan diyar kir ku lêçûnên wan zêde bûne, lê belê hîn jî nan bi lîreyekê tê firotin û nikarin çerxê bizîvirînin.  * Rêvebirên DÎSA-DER'ê bertek nîşanî girtina hevserok û perwerdekarên komeleyê dan û diyar kirin ku bi vê operasyonê careke din netahamulkirina zimanê kurdî hat nîşandan, lê belê dîsa jî ew ê xebatên xwe bidomînin.    * Li gorî îdiaya Hevşaredarê Çelê Servet Tûnç ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, beriya hilbijartina herêmî li navçeyê hejmara polîs û leşkeran ya hilbijêran derbas kiriye. Tûnç, diyar kir ku qeyda leşkerên li binkeya leşkerî jî li se rnavçeyê hatine çêkirin.    * Wê di navbera 5-8'ê Kanûnê de Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan a 9'an dest pê bike. Wê di mîhrîcanê de bi derhêneran re gotûbêj jî bên kirin.   * Nûnerê partiyên siyasî diyar kirin ku ew destekê didin çalakiya Leyla Guvenê û gotin: "Ger li ser asasekî rast hevdîtin bi Ocalan re bê çêkirin wê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gaveke girîng bê avêtin." Siyasetmedaran diyar kir ku divê daxwazên Guvenê pêk bên.    * Du nexweşxaneyên dewletê ji bo Yûsûf Taş rapora "ji sedî 75 berastengê zihnî ye" dan, lê belê ji ber ATK'ê got "dikare di girtîgehê de bimîne" 12 sal û nîv ceza li Taş hat birîn. Parêzeran cezayê dadgeha herêmî birî ji Dadgeha Bilind re şandin, lê belê Dadgeha Bilind jî ceza pesend kir. Li ser vê serî li AYM'ê hat dayîn. Lê AYM'ê jî got, serlêdan di wext de nehatiye kirin û serlêdana parêzeran red kir.    * Parlementerê HDP'ê Nejdet Îpekyuz anî ziman ku pêşî armanca wan ew e, şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin bi dest bixin û ew ê namzetê xwe li gorî daxwazên gel diyar bikin.    * Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê, destnîşan kirin ku ew ê li hemberî binçavkirin, girtin û ferzkirinên sîxurtiyê bitêkoşin û gotin: "Wê têkoşîna me dewam bike."    * ÎHD û Xizmên Windayan, dê li Amed û Êlihê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" dê li dar bixin. (12.00)   * Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê konferansê li avahiya HDP'a Bajêr pêk bînin.(10.00)    * Komeleya Têkoşîna li Dijî Tundiya Zayendî, dê li Otela Hîll a Taksîmê, panela "Pergala Piştgiryia Tundiya Zayendî li Ku Derêye?" li dar bixe. (10.30)    * Dayikên Şemiyê bi armanca winda bên dîtin û faîl bên darizandin, dê di hefteya 714’an de li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniye. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Mûglayê, dê bi tevlîbûn Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li Navenda Çand û Kongreya Gazî Mustaf Kemal Atatuk a navçeya Menteşe, 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne. (12.00)    * Şaxa Odeya Muhendîsên Madenê (TMMOB) a Stenbolê, di çarçoveyê çalakiyên Roja Madenvanên Cîhanê de, dê li Şaxa Odeya Mîmarên TMMOB'ê ya li Karakoya Stenbolê "Pêşengeha Wêneyên Zarokên Somaliyan" veke.  (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 349'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk bînin. (13.30)   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û rewşa girtiyên nexweş bînin ziman dê di hefteya 458’an de çalakiya xwe berdewam bikin. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, bi şîara "Ji zeviyan heta lalîkan û rêveberiya hilbarînê: Gelo polîtîkayeke alternatîfê ya cotkarî û xwarinê pêkane?" dê Navenda Çanda Ataturkê "Semînera cokariyê" li dar bixe. (10.00-19.00)