Foruma Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya Efrînê hat lidarxistin 2018-12-02 16:16:31   QAMIŞLO - Foruma Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya li Efrînê, li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo hat lidarxistin.    Mavenda Lêkolîna Stratejik a Rojava ya Foruma Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya li Efrînê organîze kir, li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Kantûna Qamişlo hat lidarxistin. Forum dê 3 rojan berdewam bike. Ji qada navneteweyî, gelek siyasetmedar, akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sîvîl beşdarî forumê bûn. Ji rêveberên Navenda Lêkolîna Stratekjîk Dr. Ehmed Sîno axaftina vekirinê ya forumê kir. Dûrê sînevîzyona li ser êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê hatibû amedekirin, hat pêşandan.      Piştre rapora ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hatiye amadekirin, ji aliyê endamê NRLS`ê Nezîr Salih ve hat xwendin.   Sahil di rapora xwend de wiha got:   "Ji destpêka sala 2018`an ve TSK û hevkarên wê komên OSO bi awayekî yekser sûcên şer û kiryarên terorî pêk tînin. Qanûnên navdewletî bi awayekî eşkere binpê dikin, bêyî ku tu tişt hebe kiryar û hovîtiya wan bisekinîne. Artêşa Tirk her tim sivîl, binesazî, saziyên xizmetguzarî li bajar û gundewarên Efrînê bi rêya mûçek û topan dikirin hedef. Gelek çekên giran li wê firehiya biçûk û li dijî sivîlan ku nêzî 400 hezar  koçberên Sûriyê ku ji ber şerê li herêmê koçber bûbûn û xwe li wê derê bi cih kiribûn, pêk anîn. Di encama êrîşên artêşa Tirk bi hezaran sivîl hatin kuştin, birîndar bûn û bi deh hezaran jî neçarî koçberiyê bûn. Piştî Efrîn hat dagirkirin polîtîkayên berfireh ên terorê li dijî sivîlan pêk hatin. Polîtîkayên qirkirina çandî û dîrokî li ser nîştecihên Efrînê yên resen pêk hat.   Bi vê yekê îro dewleta Tirk dixwaze qirkirineke nîjadî û guhertina demografya Efrînê pêk bîne. Li beramberî hemû hovîtî û kiryaran tu rêxistinên navdewletî û navneteweyî yên mafên mirovan tu helwestên xwe ji bo êrîşên li ser Efrînê nîşan nedan. Dîsan hemû kiryar û hovîtiyên li Efrînê hatin kirin ji aliyê NRLS`ê ya şaxê Efrînê ve hatine belgekirin."   Forum berdewam dike.