Danişîna karkerên Balafirgeha 3'yemîn dest pê kir 2018-12-05 14:04:40 STENBOL – Danişîna karkerên Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê 31 jê girtî ya 61 kesî dest pê kir.  Karkerên Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê di meha îlonê de bi boneya balê bikişînin ser şertên xwe yên nebaş çalakî li dar xistibûn. Ji 61 kesên ji ber çalakiyê li dar xistine 31 kes hatibûn girtin. Danişîna karkerên balafirgehê ya ewil li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Gazîosmanpaşaya Stenbolê dest pê kir. Bersûcên girtî anîn danişînê û parlamenterên HDP û CHP’ê jî di di nav de gelek kesan danişînê dişopînin.    ROJNAMEGERAN JI SALONÊ DERXISTIN    Li ser daxwaza dadger rojnameger ji salona danişînê hatin derxistin. Li ser bertek nîşandan rojnamegeran 5 rojnameger tenê berdan hundir û yên mayîn jî derxistin derveyî avahiya dadgehê.    XWESTIN KARKER BÊN BERDAN    Piştî tespîta nasnameyan parêzeran miwekîlên xwe parast û berata miwekîlên xwe xwestin. Lê daxwaza beratê ji aliyê dadger ve hat redkirin.    Danişîn didome.