Doza Hatîp Dîcle û rojnamegeran hat dîtin 2018-12-20 14:10:48     STENBOL – Danişîna doza siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle û 5 rojnamegeran li Dadgeha Stenbolê hat dîtin.    Danişîna doza siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, rojnameger Huseyîn Aykol, Zana Kaya, Înan Kizilkaya yên ji doza rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hat girtin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat dîtin. Rojnameger û Dîcle beşdarî dozê nebûn. Parêzerê rojnamegeran Ozcan Kiliç di danişînê de amade bû. Nûnerê Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ê Tirkiyeyê  Erol Onderoglu û rojnamegeran doz şopandin.    Bi boneya îfadeyên Dîcle bên girtin danişîn taloqî 21’ê sibatê hat kirin.   2 ROJNAMEGERÊN DIN JÎ HATIN DARIZANDIN    Danişîna doza nûçegihanên rojnameya Cumhuriyetê Alîcan Uludag û Duygu Guvenç jî li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat dîtin. Rojnameger Uludag û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn. Guvenç ji ber li derveyî welat bû beşdar nebû. Rojnameger Uludag parastina xwe kir û diyar kir ku nûçe nabin mijara sûcdariyê û berata xwe xwest. Dadger danişînê taloqî 4'ê nîsanê kir.