Li Ewropayê xelat, li Tirkiyeyê fezleke 2018-12-21 12:21:41   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta beşdarî çalakiyeke li bajêr bû, derbarê Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca de fezleke amade kir. Lê weneyekê Uca ya di wê çalakiyê de hatibû kişandan, layîqî Xelata Jinan a Rûmetê ya Clara Zetkin hatibû ditin.     Serozgeriya Komarê ya  Amedê, derbarê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca bi hinceta di 26’ê Cotmeha 2016’an de beşdarî çalakiya şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bû de fezleke amade kir.   Lêpirsîn piştî bûyerê 2 sal şûn de bi hinceta “Li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanê mûxaliftî kirin” a hejara 2911’an hat vekirin.      Ji bo Uca bi sûcdariya “Ji bo erka xwe neke li ber xwe dayîn” û “Ligel ku ne endamê rêxistinêye jî, li ser navê rêxistinê sûc kirin” ji 6 salan heya 9 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Serdozger, di çarçoveya îdîanemaya amade kir de, bi daxwaza rakirina destnedayîna Uca, ji Meclîsê re  fezleke şand.    XELATA CLARA ZETKÎN HATIBÛ DAYÎN   Çalakiya weke sûc hatiye dîtin û bûye sedem ku fezleke derbarê Uca de bê vekirin, weneyekê Uca ya di wê çalakiyê de hatibû kişandan, layîqî Xelata Jinan a Rûmetê ya Clara Zetkin hatibû ditin.