Baroya Amedê: Bi îşkenceyê xwestine 4 kes sûc qebûl bikin 2018-12-21 16:22:24   AMED – Alîkara Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman diyar kir ku li navçeya Hênê 4 kes bi îşkenceyê hatine binçavkirin û xwestine sûcek ku nekirine bi wan bidin qebûlkirin.    Baroya Amedê di hefteya 155’emîn de ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin li ber Dadgeha Amedê li dar xist. Rêveber û endamên Baroyê û rêveber û endamên Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV) beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Alîkara Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman di çalakiyê de daxuyanî da û destnîşan kir ku rapora kujerên cînayeta Tahîr Elçî ya ji aliyê Buroya Avahîsaziyê ya Zanîngeha Londorayê ve hat amadekirin pêşkêşî dozgeriyê kirine.    ‘ÎŞKENCEYÊ LI WELATIYAN KIRIN E’    Koluman di Kursiyê Mafên Mirova ya Tahîr Elçî de bal kişand ser mijara binpêkirina mafan. Koluman anî ziman ku di 17’ê kanûnê de 4 kes li navçeya Hênê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji malê bi îşkenceyê hatine binçavkirin û vê koma ji Cendermeyên Navçeya Hênê ji 10-15 kesan pêk tê her 4 welatî birin e cihek bitenha û îşkence li wan kirin e. Koluman da zanîn ku cendermeyan destûr nedaye parêzerên ji Baroya Amedê çûne bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin û roja pişt re parêzeran li gel kamerayê 5 deqîqe hevdîtinê kirin e. Koluman diyar kir ku parêzer di 20’ê kanûnê de ji bo îfadeyên miwekîlên xwe çûne û çavdêr kirine ku her 4 welatî jî îşkence li wan hatiye kirin. Koluman got hevalên wan parêzer gotine cendermeyan xwestine her çar welatî bi darê zorê sûcê nekirine qebûl bikin.    ‘DEWLETÊ DEV JI PARASTINA MAFAN BERDA YE’    Koluman da zanîn ku ji bo ser îşkenceyê bigirin nexwestine parêzer bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û got: “Qedexeya îşkenceyê teqez e.” Koluman bal kişand ser birîna cezayê li Seroka TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncani û got: “Ev cezakirin ango îşkence dide nîşandan ku dewletê dev ji parastina mafên mirovan berda ye.”    Piştî daxuyaniyê parêzeran 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist û çalakî bi dawî bû.