Dîsa li sotemeniya xwezayî vegeriyan 2018-12-22 09:03:01   ÎDIR – Li Îdirê piştî gaza xwezayî û komir hatin zemkirin, welatiyên rewşa wan a aborî nebaş e dest bi şewitandina sergîn û tepikan kirin.    Bi hatina zivistanê re, welatî ketin tatêla xwegermkirinê. Ji ber gaza xwezayî, komir û êzing biha bûne, li Îdirê welatiyê rewşa wan aborî nebaş nikarin bi 2 hezar lîreyî komirê bikin û ji ber vê dest bi şewitandina sergîn û tepikan kirin. Ji ber vê ev demeke liv û tevgera li Bazara Tepik û Sergînan a li bajêr zêde bûye.    Esnafên li bazarê ji ber vê rewşê kêfxweş in. Esnaf Mûrat Çaçan, anî ziman ku ji ber li gor komirê sergîn û tepik erzantir in welatiyên rewşa wan a aborî nebaş sergîn û tepikan dikirin. Çaçan, got raxbeta ji bo tepik û sergînan îsal zêdetir bûye.   Çaçan, bilêv kir ku ew remoqa sergîn û tepikan bi 200-250 lîreyî didin.