Dixwaze bi tiştên ji komkujiya Mereşê mayîn muzeyekê vekin 2018-12-22 09:09:15   MEREŞ –Guler Erat, wexta bûyerên li Mereşê qewimîn 9 salî bû. Guler, dixwaze wehşeta qewimiye bi amûrên ji wê demê di dest de mane muzeyekê vebike.   Li gorî hejmarên fermî di bûyerên 19'ê Kanûna 1978'an de li Mereşê 111 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî hatin birîndarkirin. Yek ji şahidên wê demê Guler Erat e. Wexta bûyer qewimîn Erat 9 salî bû. Erat, xalî, kupurên rojnameyên wê demê, girtekên dadgehan ji wê rojê heta niha li cem xwe hiştiye û dixwaze ji bo wan muzeyekê çêbike. Erat, bilêv kir ku piştî bûyeran 3 sal şûnde diya wê miriye û sala çûyîn wê diya xwe di dîmenên arşîva TRT'ê de dîtiye. Erat got: "Ger komkujiya Mereşê çênebûya, belkî jî diya min hîn sax bûna."    'DIKANDAR GULEYA EWIL BERDA'    Erat, diyar kir ku di roja ewil a bûyeran de xwişkên wê dereng hatine malê. Erat, anî ziman ku ji ber dereng hatine malê bavê wê bi xwişkên wê re xeyîdiye û wê rojê hemû kesên di apartamanê de ketine malên xwe. Erat got: "Me perdeyên odeyên em lê rûnediniştin kişandin. Lê li odeya em lê rûniştbûn pere nehatibû kişandin. Em fikirîn kesên çekê berdin wê bera yên perdeyên wan hatine kişandin bidin. Xwişkak min di paceya odeyekê de potikekî dihejand da balê bikişîne. Wê kêliyê guleyek hat û xwişka min ji mirinê filitî. Paşê em ji malê derketin. Li kêleka me dikanek hebû. Bi salan me alvêr jê dikir, lê belê dikandar çek bera me da."    ‘BÊHNA NANÊ SOMIN'    Erat, bilêv kir ku wan ji malê berê xwe daye qonaxa hikûmetê, lê belê li wir jî rageşiyeke mezin rû daye. Erat, diyar kir ku qederekê şûnde wan birine qişleyê û got: "Pîra min ji nexweşxaneyê bi sedyeyê anî bûn. Li wê qişleyê tişta herî zêde tê bîra min, bêhna nanê somin bû. Hîn jî ew bêhn tê min. Li wir min hez ji bêhna nanê somin kir. Niha jî li kuderê bêhna nanê somin bê, bûyerên li Mereşê tên bîra min. Li qişleyê ji bo me biçin tuwaletê me derxistin derve. Wexta ez çûm tuwaletê diya min jî bi min re hat. Lê wexta em ji qişleyê derketin diya min xwest ez çavê xwe bigirim. Nizanim ji bo çi bû. Lê komkujiyeke mezin çêbibû. Her hal ji bo çav li wê dîmenê nekevim, xwest ez çavê xwe bigirim."    ‘XEYALA MIN VEKIRINA MUZEYEKÊ YE'    Erat, diyar kir ku piştî bûyeran elewiyan ji Mereşê koç kiriye, lê belê êdî jiyana wan ne jiyan berê bû. Erat, destnîşan kir ku bi salan wan ji tirsa nikaribû êşa xwe ya der barê komkujiyê de bînin ziman. Erat got: "Diviya me ev komkujî nedana jibîrkirin. Ji zarokatiyê ve xeyala min a herî mezin ew e ku vê komkujiyê nîşanî herkesî bidim. Xaliyeke me ya wê demê li cem min e, ev ji bo min pir biqîmet e. Min kupurên rojnameyê yên wê demê ku ez û malbata xwe tev de tê de ne veşartin. Girtekên dadgehan ên wê wextê hene. Xeyala min ew e muzeyekê vebikim. Û tiştên ji wê demê mayî di vê muzeyê de berpêş bikim. Dixwazim komkujiyê ji nifşên nû re vebêjim. Dixwazim li muzeyê wê wehşetê bi amûrên li cem xwe vebêjim."    DIYA XWE DI ARŞÎVA TRT'Ê DE DÎT    Erat, anî ziman ku piştî bûyeran 3 sal şûnde diya wê miriye û wê par di dîmenên arîva TRT'ê de diya xwe dîtiye. Erat got: "Piştî 40 salan şûnde min ew dît. Ji ber wê çaxê zarok bûm, diya min pir nayê bîra min. Par min ew di dîmenan de dît, heta sibehê ranektim." Erat, bilêv kir ku ger komkujiya Mereşê neqewimiyana belkî diya wê hîn jî sax bûna. Erat got, daxwaza wê ew e ku êdî li vî welatî komkujî pêk neyên.