Li Amedê bandora mijê 2018-12-23 08:43:37   AMED -  Li navenda Amedê mij bi bandor bû û mesafeya dîtinê ket bin 20-30 metreyan.    Li navend û navçeyên Sûr, Peyas, Rezan, Yenîşehîr ên Amedê, ji serê sibê de mij bi bandore. Di saetên serê sibê de mesafeya dîtinê ket bin 20-30 metreyan. Ajokaran ji ber bandora mijê bi zorê wesayîtên xwe dajotin.