HDP'ê xwest xezpa heq bê lekolînkirin 2018-12-23 13:55:46   ENQERE - Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Gunay Kubilay, diyar kir ku di serdema îktîdara AKP'ê de betalî zêde bûye û wiha got: "Bi dehan kes ji ber rastî xespa heq tên serî li partiya me didin. HDP’ê bi sernavê “Xespa Heq" dest bi xebatê kirine.    Berpirsiyara Polîtîkayên Civakî, Çandinî, Aborî û kedê û Cîgira Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, têkildarî plana çalakiyan a 100 rojan a AKP’ê û têkildarî Butçeya Navendî ya 2019'an li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê civina çapemeniyê pêk anî. Kubilay, der barê plana AKP'ê ya 100 rojên çalakiyê de axivî û wiha got: "Tişta ku îktîdarê wekî plana çalakiyê nîşan da, ji xwe wezîran bi awayekî rojane karên rûtin dimeşandin. Karê ku wezîr mecbûrîn bikin wekî plan û proje pêşkêşî civakê kirin. Îktîdar di milê îsraf, pêşandan û şatafatê de serdema Lale dijî di nava fetişizmê de ne. Dixwazin ser têkçûna polîtîkayên hundir û derve û aboriya xerab bi vî rengî bincil bikin.    WELAT BI KRÎZA MEZIN RE RÛ BI RÛYE   Kubilay, anî ziman ku welat bi krîzek mezin re rû bi rû ye û wiha got: “Em dibînin ku di plana çalakiyan a 100'an de jî heman tablo li pêş me ye. Kar û planên rûtîn ku hewce ye wezîr vî karî bikin wekî plan û proje datînin pêş civakê û bi van planan besnê xwe didin û propaganda dikin. Di 16 salên îktidarê de betalî derket asta herî jor. Xizanî û feqîrî gelek zêde bû. Gel bû mohtacê alîkariya civakî. AKP'ê piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê welat bi krîzek mezin re rû bi rû hişt. Di 100 rojên planên çalakiyê yên AKP’ê de her roj faiz pêş ket û enflasyon zêde bû. Wekî tiştekî nû pêşkêşî civakê dikin."     PROJEYA RENÇBERÊN CIWAN JI 2016'AN DE HEYE   Mînak Projeya Rençberên Ciwan ji sala 2016'an de heye. Lê wekî projeyek nû pêşkêş dike. Wekî karek kiribe nîşan dide. Kengî li ku û çawa ji aliyê kêve wê bê çêkin ne diyar e. 3'emîn Balafirgehae Stenbolê rewşa wê li holê ye. Piştî barana zêde hewaya wê çû lê av û barana wê ya bûye gol maye. Xwenekarên li şûna çante bataniyê dikin çante û didin pişta xwe hene. Di sedsala 21'an de xwendekarên ku hêj bi keran diçin dibistanê hene. Rejîma yek mêrî heye. Zarokên tên kuştin hene. Planên AKP'ê li Agirî, Amed, Êlih, Wan û navçeyên wan krêjên zarokan ên hatine kilîtkirin e. Zarokên Efrînê ku bi destê dewletê ji cih û warên xwe koç kirine ye. Dema zarokên bi dewletê tên parastin tê gotin, zarokên tên kuştin tên aqilan. Zarokên tên girtin tên aqilan. Zarokên li Aladagê li leyliyê tên şewitandin û li navçeya Sîlopî di mala xwe de di bin panzêrê de tên kuştin tên aqilan.    Rakirina abîdeyên Roboski, Orhan Dogan, bîrdariyên aştî û Sundusê ye. Em dipirsîn hûn tola çi hiltînin. We çima di 10'ê Cotmehê de êrîşî bîrdariya li GAR'a Enqereyê kir?"    HER ROJ 6 KARKER BI CÎNAYETÊN KAR JIYANA XWE JI DEST DIDIN   Kubilay, da zanîn ku her rojê 6 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin û wiha got: "Di sala 2018’an a serdema AKP'ê de 100 hezar esnafan deriyê dikanên xwe girtin. Butçeya 2019'an butçeya bê edaletê û butçeya şer e. Ev butçe ne li gorî daxwazên gel, li gorî daxwazên Qesrê hatiye amadekirin. Di vê butçeyê de vîna gel tune ye. Meclîs ku vîna gel temsîl dike bi qasî misqalekê para wê tune ye.    'DIVÊ HEQÊ HERÎ KÊM 2 HEZAR 850 TL BE'   Kubilay,  herî dawî anî ziman ku HDP pêşniyar dike ku heqê herî kêm yê karker û kedkaran 2 hezar û 850 TL be û wiha bi dawî kir: “Divê xespa heq bê lêkolînkirin. Îro karkerên TOKÎ Yên Mamakê, karkerên nexweşxaneyên Bilkent û Etlik şehirê, înşaeta MESA  û gelek cihên din bi sedan karker heqê xwe nikarin bistînin. Em wekî HDP'e bang dikin û dixwazin têkildarî vê mijarê lêkolîn bê kirin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku yên heqê wan tê xwarin serî li navnîşana www.hdp.org.tr bidin.