ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-24 09:00:07 * Di ser Komkujiya Roboskî 19 jê zarok 34 kes ji aliyê balafirên şer ve hatin kuştin de 7 sal derbas dibe. Malbatan got: “Hem zarokên me kuştin û hem jî me didarizînin.”  * Wênesaz û nivîskar Fewzî Bîlge diyar kir ku gelek xebatên wî yên şêwekarî û edebiyatê berhev bûne û ew li benda wê rojê ye wêneyan derxe pêşberî temaşevanan û pirtûkhez jî pirtûkên wî bixwînin. Bîlge got ew xwe bi civaka xwe xwedî dike û bi wêne û edebiyatê re dilê xwe rehet dike û her tim bi kurmancîbûna xwe aş e. Bîlge got ev civak nikare wênesazan hilgire û xwedî bike.      * Prz. Îbrahîm Simenîllioglu, diyar kir ku vekişina DYA ya ji Sûriye ji bo Serokomar Erdogan simîtê jiyanê ye û wiha got: "Ger ku Tirkiye li dijî Rojava operasyonê pêk bîne, dê perçekirina navbera kurd û tirkan zêde bike û lez bide perçekirinê.   * Li Amedê jin bi civînek organîzasyona DAKP hatin gel hev û mijara têkoşîna êrîşên li dijî jinan nîqaş kirin. Jinan tayînkirina qeyûmên şaredariyan wek “dagirkirin” nirxandin û vê peyamê dan: “Em ê bi hêz xwe rêxistin bikin. Ya em ê bibin yek ya jî em ê yek bi yek tune bibin.”    * Li hezar û 58 tax û mezrayên li navçeyên Licê, Hênê, Karaz, Farqîn, Pasûr û Hezroyê di sala 2018’an de bi qedexeyên derketina derve derbas kir. Di dema qedexeyan de welatî bi pêkanînên polîtîkayên sîxûrtiyê re hevrû man.    * Serhat Parlak ji bo birayê xwe girtî yê rojnameger bi daxwaza edaletê dema afiş dadiliqand bi hêceta “Propaganda rêxistinê” û “Gel radike ser piya” binçav kirin û piştî cezayê pere lê birîn ew berdan.    * 5'emîn danişîna doza Rojnameger Îdrîs Sayilgan dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê bê dîtin. (10.30)   * Rêxistina Partiya Sosyalîstan a Bindestan (ESP) ya Amedê, dê tekildarî doza Seroka Giştî Çiçek Otlu ya di 25'ê Kanûnê de bê dîtin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * TUAY-DER a Çukurova, dê têkildarî rewşa girtiyên li herema Çukurova ketine greva birçîbûnê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Odeya Tabîban a Stenbolê û Platfgorma Hiqûqnasên Azadîparêz, (OHP) jî di navde gelek rêxistinên demokratîk û civakî, ê li dijî cezayê ku li Seroka TİHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci hatiye birîn li Odeya Tabîban a Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)