'Madem em xwişk û bira ne çima tenê kurd tên kuştin?' 2018-12-24 14:46:17   RIHA – Li Sakarya bav Kadîr Sakçî û kurê xwe Murat Sakçi, ji ber ku got "Em kurd in" rastî êrîka çekdarî ya komek nijadperest hat. Bav Kadir jiyana xwe ji dest da û kur Murat bi giranî birîndar bû. Sala par li Samsunê Perihan Akin dema çû findiqan kom bike, ji ber nasnameya kurdbûnê hat kuştin. Malbata Akin, bertek nîşanî kuştina kurdan da û wiha got: "Madem em xwişk û bira ne çima tenû kurd tên kuştin?"    Di salen dawî de gelek kurd ji ber nasnameya kurdîtiyê hatin kuştin. Herî dawî di 16'ê Kanûnê de li navçeya Hendek a Sakaryayê bav Kadir Sakçi (43) û kurê xwe Murat Sakçi (16) ji ber nasnameya xwe ya kurd rastî êrîşe hatin. Koma ku li kolanê bav û kur rawestandin û gotin  “Hûn kurd in?" ji ber bav û kurê xwe bersîva “Erê em kurd in" dan, rastî êrîşa çekdarî hatin û hatin kuştin. Kesê bi navê Hikmet Usta bi çeka xwe gule berda Kadîr û Murat û bav kuşt. Bav li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û kur jî tê dermankirin. Êrîşkar li Bûrsayê hat binçav kirin û hat girtin.    Walîtiya Sakarya  wekî bûyerek ji rêzê nîşan da û diyar kir ku meseleyek şexsî ye û ji ber çêr ji hevre gotine êrîşkar jî ji ber "Serxweş e" bûyer bi vî rengî bi encam bûye.    ÊŞA MALBATÊ DUQAT ZÊDE BÛ   Sala par jî li Samsunê Perihan Akin li findiqan hat kuştin. Daxuyaniya Walîtiyê êşa malbatê zêde kir. Malbata Akin  sala par ji Navçeya Wêranşarê ya Rihayê çûbûn Samsûnê û xwestin findiqan kom bikin. Li taxa Bafracali ya Samsûnê kon vedan. Di 7'ê ÎLona 2017’an de ji taxa Şuaiyplî gule li ser malbatan reşandin û di gulebaranê de Perihan Akin ji yana xwe ji dest dan û Nurcan Patak jî birîndar bû. Dîsa gotin êrîşkar serxeş e.  Ji 15 kesan tenê kesek hat girtin. Ji êrîşkaran gelekan gotin Êm serxweş bûn û nayê bîra me" 14 kes hatin berdan. Tenê kesek hat girtin. Êrîşkarê hat girtin jî rastî 21 sal ceza hat. Birayê Perihan Akin Turgut Akın, anî ziman ku li Rojavayê Tirkiye êrîşên li dijî Kurdan hêsan tên û wiha got: "Wekî bûyerê ji rêze nêzîk dibin. Wekî bûyerên şexsî û tekakesî digirin dest. Di pêvajoya darazê de me ji bo cînayetê xwişka min got "cînayetê nifrînê ye." Me di vê yekê de israr kir. lê dîsa wekî kuştinek edlî girt dest. Li dijî kurdan zimanê zimanê nifrînê pêş dixin. Cînayetê dawî yê li Sakarya mînak û encama vê yekê ye. Ev nêzîkatiyên nijadperest mirinê zêde dikin. Ger ku em xwişk û bira ne çima tenê kurd tên kuştin. Biratiya wisa nabe. Her dem dibêjin kurd û tirk bira ne. Lê tenê kurd tên kuştin. Em xwişk û biratiya wisa naxwazin."   MA / Erdogan Alayumat