Akpinar û Gezen hatin berdan 2018-12-24 15:18:20   STENBOL – Sînemager Metîn Akpinar û Mujdat Gezen ên ji ber gotinên xwe hatin binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Hunermendên sînemayê Metîn Akpinar û Mujdat Gezen beşdarî bernameya “Arenaya Gel” a Halk TV bibûn û li dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdoğan nerazîbûna xwe anîbûn ziman. Erdogan jî duh bi gotinên “Gelaleya humermendan e, wê bedelê yekê bidin” Akpinar û Gezen hedef nîşan dabû. Akpinar û Gezen ên vê sibehê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin piştî îfade dan Dadgeha Anadoluyê ya Stenbolê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.