TUAYDAR’a Çûkûrova: Bila tecrîd bi dawî bibe 2018-12-24 15:47:32   MÊRSÎN - TUAYDER’a Çûkûrova, diyar kir ku ew piştgiriyê didin grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê yên li girtîgehan hatin destpêkirin û got: “Divê tecrîd dimildest bê rakirin.”   Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtî û Hikûmxarên Çûkûrova (TUAYDER), li avahiya xwe darbarê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatin destpêkirin, civîna çapemeniyê li dar xist  û bal kişandin ser tecrîdê.   ‘EM XWEDÎ DERDIKEVIN’   Rêveberên HDP’ê, HDK’ê, DBP’ê û ÎHD’ê piştgirî dan civînê û di civînê de pankarta “Bi rihê berxwedana zindanan em tecrîdê bişkînin û azad bibin” hat vekirin. Ji rêveberên TUAYDER’ê Alî Bîlen daxuyanî da. Bilen, diyar kir ku tecrîdek girankirî ji sala 2015’an ve li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha axivî: “Ev pêkanîn, biryarek siyasiye. Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyal Guven di roja 47’an berdewam dike. Em heya dawiyê xwedî çalakiya wê derdikevin.”    'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Bilen, di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Li zindanên Tirkiye û Kurdistanê gelek girtiyên siyasî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Em jî weke TUAYDER’a Çûkûrova xwedî van çalakiyan derdikevin. Ji bo ku em daxwazên girtiyên siyasî bixin rojevê, ked bidin û dinava hewldanan debin. Ji bo ku em bibin welatek demokratîk û azad, divê polîtîkayên tecrîdkirina giran ên li ser Ocalan bi dawî bibin.”   Piştî daxuyaniê civîn bi dawî bû.