Li Girtîgeha Sîncanê girtiyên jin qawîş şewitandin 2018-12-24 16:32:46   ENQERE - Hat zanîn ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, girtiyên ji doza DHKP-C’ê ji bo şermezarkirina şert û mercên girtîgehê, qawîş dan ber agir.    Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, girtiyên jin ên ji doza DHKP-C’ê ji bo şermezarkirina şert û mercên girtîgehê qawîş dane ber agir. Gulçîn Sonmez a çû Girtîgeha Jinan a Sîncanê hevdîtina xwişka xwe Ebrû Yeşîlirmak, diyar kir ku girtiyan qawîş şewitandine, ekîbên agirkuj û tenduristiyê hatine cihê bûyerê. Sonmez, da zanî rayedarên girtîgehê mudaxileyê şewatê kirin û ji jinên girtî ya 60 salî Yayla ya paşnavê wê nehat zanîn ji dûkêl bi bandor bûye.    ‘JI BO ŞERMEZAR KIRINÊ QAWÎŞ ŞEWITANDIN’   Sonmez, anî ziman ku girtiyan ji bo şermezar kirina şert û mercên girtîgehê qawiş şewitandine û wiha got: “Girtiyan dîsan ji bo şermezar kirina cezayên hucreyan qawîş şewitandin. Di heman demê de girtî  agahî ji du jinên ji dûkêl bi bandor bûn nagirin. Di dema hevdîtinê de, lêgerîna tazî li ser me ferz kirin. Dîsan lêgerîna tazî li ser bavê min Ahmet Yeşîlirmak ê 60 salî ferz kirin. Lê me li ber xwe da û destûr neda.”    'RÊJEYA AVA GERIM HEYE’   Sonmez, da zanînm ku xwişka wê di hucreya yek kesî de dimîne û wiha bi dawî kir: “Baxçe hatine kîlîtkirin. Wan dernaxin derve. Li gorî keyfa xwe xwarinê didin wan. RÊjeya ava gerim heye. Hemû kombi girtine. Xwişka min nexweşe û nayê derman kirin.”    MA / Dîren Yurtsever