Kemal Ozelmali: Hindik maye bimirim 2018-12-25 09:19:57   EDENE – Girtiyê nexweş Kemal Ozelmali yê nexweşîna Wernıcke Korsakoffê lê peyda bûye, bilêv kir ku ji bo bê berdan poşmanî lê tê ferzkirin. Ozelamli bang li raya giştî kir û got: "Hindik maye bimirim."    Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê girtiyê nexweş Kemal Ozelmali yê nexweşîna Wernicke Korsakoffê lê peyda bûye û rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîne", ji ber nayê berdan ji 27'ê Îlonê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ji ber ji ser hişê xwe ve çû di 7'ê Kanûnê de Ozelmali rakirin enxweşxaneyê û piştî tedawiyê dîsa ew birin girtîgehê. Kekê wî Alaattîn Ozelamli, anî ziman ku di 24'ê Kanûnê de ew çûye girtîgehê lê belê birayê wî ew nas nekiriye. Ozelamli, diyar kir ku birayê wî Ozelamli bi sandalyeya biteker bi alîkariya girtiyekî din anîne qabîna hevdîtinê û di dema hevdîtinê de birayê wî jê re gotiye: "Tu kî yî? Tu hevalê min ê ji bo serdanê yî?"    ‘JI MIN RE DIBÊJIN 'BÊJE POŞMAN IM''    Ozelamli, anî ziman ku 28 sal in birayê wî di girtîgehê de ye û got di dema hevdîtinê de jê re gotiye: "Di dema Efûya Rehşanê de cezayê min qediya bû. Ji bo vê min serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, Wezareta Dadê û Serokomar da, lê dîsa jî tiştek nehat kirin. Ji ber mafê min hat xespkirin min dest bi greva birçîbûnê kir. Her wiha paşê min ev çalakî veguherand rojiya mirinê. Lê dîsa jî tiştek neguherî. 16 sal berê cezayê min qediya. Niha ji min re dibêjin 'bêje poşman im.' Min tiştekî ku jê poşman bibim nekiriye. Ez ne poşman im. Bila êdî dawî li vê neheqiyê bê, çimkî hindik maye bimirim. Ji bo vê bang li raya giştî dikim."    Kekê wî Alaattîn Ozelamli jî xwest birayê wî yê nexweş bê berdan û got: "Bang li raya giştî dikim ku ji bo vê tev bigerin. Em naxwazin cenazeyê birayê min ji girtîgehê derkeve. Eger tiştek wisa bibe, berpirsiyarê wê hiqûq e."    MA / Hamdullah Kesen