Danişîna Leyla Guven sibê ye 2018-12-25 09:22:03     AMED - Wê sibê danişîna doza Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku li girtîgehê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kir, li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê pêk bê.     Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji ber dijî operasyona TSK'ê ya li hemberî Efrînê bertek nîşan da û ji ber daxuyaniyên xwe û fealiyetên xwe yên KCD'ê di 31'ê Çileyê de hat girtin, ji 25 salan heta 46 sal û nîvan bi cezayê girtîgehê tê darizandin. Wê sibê danişîna 4'an a doza Guvenê li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê pêk bê.    Guvenê di 7'ê Mijdarê di danişîna xwe ya 3'yan de ragihandibû ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Dadgehê jî piştî daxuyandina biryara xwe ya navberê danişîn taloqî 26'ê Kanûnê kiribû.    WÊ TEV LI DANIŞÎNÊ NEBE    Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya Guvenê di roja 48'an de didome û hat hînbûn ku wê Guven tev li danişîna roja 26'ê Kanûnê nebe.    Parêzer Reyhan Yalçindag Baaydemîr ku di roja 47'an a çalakiya greva birçîbûnê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hevdîtin bi Guvenê re çêkir, diyar kir ku tansiyona Guvenê daketiye û zihîf bûye û ji ber vê tenduristiya wê xirab bûye. Yalçindag, destnîşan kir ku lê belê morala Guvenê baş e û ji bo tenduristiya wê wan serî li Odeya Bijîşkan a Amedê daye. Yalçindag, diyar kir ku ji ber wê griseyeke qelebalxi tev li danişînê bibe wê eywana danişînê têr neke û ji bo wan hevdîtin bi Baroya Amedê re çêkiriye.