AYM’ê daxwaza tedbîra li Îmraliyê red kir 2018-12-25 10:00:27   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî qedexekirina hevdîtina ji 2011’an ve serî li AYM’ê dan û AYM’ê serlêdanê red kir. Ji bo daxwaza tedbîra parêzeran biryara şandina ji bo Beşên Raportoran nîne hat dayîn.    Parêzerên Rêbêrê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an nikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Hevdîtin bi hêcetên cuda li parêzeran hatiye qedexekirin. Parêzeran têkildarî qedexekirina hevdîtinê di 19’ê cotmeha 2018’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê der barê serlêdanê de biryar da û daxwaza parêzeran a tedbîrê red kir.    Serraportora Komîsyonên Dadgeha Destûra Bingehîn di 13’ê kanûnê de serlêdana parêzeran lêkolîn kir û derket holê ku piştî vê lêkolînê biryar derketiye. Serraportora daxwaza tedbîra parêzeran lêkolîn kir biryara ev daxwaz bê lêkolînkirin da. Ji bo ev daxwaza tedbîrê li Beşên Raportoran bê nirxandin xwestin bişînin. Lê biryara bi boneya cihê şandina Beşên Raportoran nîne dan û daxwaza parêzeran red kirin.    JI 27’Ê TÎRMEHÊ VE HEVDÎTIN LI GEL OCALAN NAYÊ KIRIN    Di serlêdanê de hat gotin ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi Ocalan re hevdîtin nayê kirin. Hevdîtin bi girtiyên PKK’yî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmrali dimînin re jî nayê kirin. Ji 6’ê Îlona 2018’an ve Dadgeha Bursayê 6 caran hevdîtinê qedexe kir. Di serlêdanê de her wiha hat gotin ku hemû rêgezên Peymana Mafên Mirova ya Ewrûpayê (PMME) yên ji bo Ocalan tên binpêkirin.    'TEMASA OCALAN HATIYE BIRÎN’    Di serlêdanê de behsa cezayên li miwekîlê wan Ocalan hatine birîn bi bîr xistin û cezayên hatin birîn jî li gorî hiqûqê nayê qebûlkirin. Di serlêdanê de hat gotin tu palpiştdayînek ku dê van cezayan bibirin nîne. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku bi pêkanînan temasa Ocalan bi cîhana derve re hatiye qûtkirin û Îmraliyê bi demên dirêj ku tecrîdek girankirî lê heye binpêkirina pêk tê. Her wiha di serlêdanê de hat gotin ku mafê parêzeran ê xwe ragihandinê jî tê astengkirin.    MA / Yasîn Kobulan