Parlamenterê HDP’ê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da 2018-12-25 13:15:32   RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bi armanca bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike serî li Wezareta Dadê da.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan, bi armanca bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Dadê da. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha nikare bi parêzeran re hevditin bike û ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha nikare bi malbatan re hevdîtin bike.    Ocalan, di daxwaznameya ku da Wezareta Dadê de wiha got: "Mamê min Birêz Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê nikare bi parêzer û xizmên xwe re hevdîtin bike. Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha nikare bi xizmên xwe re jî hevdîtin bike. Ji 21'ê Tîrmeha 2016'an heta niha Hekîmtiya Înfazê ya Bûrsayê bi hinceta OHAL heye destûr nadin ku kes biçin Îmraliyê. Mafê name, faks, telefon û amûrê din ên ragihandinê jî hatine qedexekirin. Ev rewş li dijî hiqûq û mafên mirovan ên bingehîn e. Li dijî mafê welatîbûnê yê wekheviyê ye. Ji bo deriyê girtîgehan bê vekirin û bi Brêz Ocalan re hevdîtin bê kirin, li girtîgehan çalakiya grevê ya bêdem û bê dawî hatiye destpêkirin. Ji ber van hemû sedeman wekî malbatna wî em dixwazin di demek herî kin de deriyê îmraliyê bê vekirin û di demek kin de hevdîtinên bi Ocalan re bên destpêkirin."