Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Bûlût hat girtin 2018-12-25 19:49:55   STENBOL -  Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Tûgba Bûlût jî di nav de 8 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.    Li Stenbolê, roja şemiyê di avêtina ser malan de ji 11 kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin. Ji 11 kesên danê sibehê sewqî Edliyeya Anadolûyê hatin kirin de tevî xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Tûgba Bûlût, Mehmet Acûn, Nûrten Gundum, Osman Begbag, Ercan Ekîncî, Şahîn Ozyildirim, Rodî Bozyel û Omer Taşkiran li Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1'emîn a Anadolûyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Her wiha 3 kesên din jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.