Li Wanê di mehekê de ji 63 kesên hatin binçavkirin 11 kes hatin girtin 2018-12-26 09:16:13 WAN - Li Wanê di meha dawî de siyasetmedar û rojnamevan jî di nav de ji 63 kesên hatin binçavkirin 11 jê hatin girtin.  Li Wanê di meha dawî de di çarçoveya operasyonên hatin girtin de gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Di navbera 24'ê Mijdarê û 24'ê Kanûnê de rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de ji 63 kesên hatin binçavkirin 11 kes jê hatin girtin.    * Di 24'ê Mijdarê de di operasyona navenda wê Wan bû û li Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê hat kirin de 8 rojnamevan hatin binçavkirin. 8 rojnamevan piştî 3 rojên di bin çavan de hatin berdan.    * Di 24'ê Mijdarê de di avêtina ser malan de 7 endamên Komeleya Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) hatin binçavkirin. Di 27'ê Mijdarê de ji kesên hatin binçavkirin 2 perwerdekar hatin berdan û hevserokê komelyê Naîm Ozden jî di nav de 5 kes hatin girtin.    * Di heman dîrokê de 6 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin û di 29'ê Mijdarê de jî hatin girtin.    * Her wiha li navçeya Şax, Çildiran û Elbakê 10 welatî hatin binçavkirin û piştî îfadedayînê hatin berdan.    * Di 11'ê Mijdarê de jî dayikên aştiyê jî di nav de 14 TJA'yî yên ji bo piştevaniyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ketin grev birçîbûnê hatin binçavkirin. Piştî karên îfadeyê kesên hatin binçavkirin hatin berdan.    * Di 14'ê Mijdarê de Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Şevîl Çetîn jî di nav de 11 kesên çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin hatin binçavkirin. Piştî rojeke di bin çavan de hatin berdan.    * Di 17'ê Kanûnê de Rojnamevan Oktay Candemîr hat binavkirin û piştî îfadedayînê hat berdan.     * Di 21'ê Kanûnê de di avêtina ser malan de hevserokên HDP-DBP'a bajêr û dayikên aştiyê jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin. Piştî rojeke di bin çavan de hatin berdan.