Parêzvanên mafên mirovan: Divê îktîdar dev ji zimanê nefretê berde 2018-12-26 09:18:14 STENBOL – Parêzvanên mafên mirovan der barê kuştina Kadîr Sakçi de ku ji ber kurdbûna xwe hat kuştin destnîşan kirin ku, ev cînayet ji ber zimanê siyaseta îktîdarê pêk hatiye û got: "Divê îktîdar demildest dev ji zimanê nefretê berde."  Li Taxa Yenîmahalle ya navçeya Hendek a Sakaryayê, Kadîr Sakçi (43) û kurê wî Bûrhan Sakçi (16) ji ber bi kurdî axivîn hatin kuştin. Endamê Desteya Rêverbir a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Umît Bîçer û Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî destnîşan kirin ku ev êrîş berên polîtîkayên nîjadperest û nefretê ne.    ‘HÊZÊ JI HÊZÊÊN DEWLETÊ DIGIRIN'    Yolerî, anî ziman ku di serdemeke ku zimanê îktîdarê yê cihêkarî, dijminane û nefretê zêde bûye de, êrîşên bi vî rengî zêde bûne û gotineke îktîdar ji aliyên derdoran ve wekî peyamê tê fêmkirin. Yolerî, destnîşan kir ku ev derdor carinan bi awayekî şexsî carinan jî bi awayekî rêxistinbûyî êrîş û lîncan dikin. Yolerî got: "Bi taybetî jî ev êrîş li hemberî nivîskaran an jî muxalifan pêk tên. Carinan jî ji gelek carinan jî kesek hedef tê girtin. Piştî vê em dibînin ku hin derdorên hêzê ji dewletê digirin û van cinayetan dikirin dikevin dewrê. Loma ev pêvajoyeke pir talûke ye."    ‘DIVÊ ÎKTÎDAR DEV JI VÊ YEKÊ BERDE'    Yolerî, bilêv kir ku divê rayedarên dewletê dev ji zimanê nefretê berdin û got: "Her wiha divê dewlet dev ji polîtîkayên nefretê jî berde. Ev polîtîka dibin sedena afirandina organîzasyonên êrîşkar û van organîzasyonan xwedî dike û xurt dike. Yanî hin rêxistinbûyînên kontra çêdibin û ev rêxistinbûyîn ji bo êrîşên wisa tev digerin. Loma berpirsê sereke yê vê dewlet e û divê dev ji vê berde."    Yolerî, diyar kir ku li hemberî vê yekê divê berpirsiyariya civakiyî bê xurtkirin û bertek bê nîşandan.    ‘DIVÊ EM DÎSA DEST BI GOTINA STRANÊN AŞTIYÊ BIKIN'    Endamê Desteya Rêvebir a THÎV'ê Umît Bîçer jî, destnîşan kir ku nirxên herî sereke yên mirovahiyê "xwedîderketina li jiyanê" û "helwesta ji bo jiyanê" ye. Bîçer jî bi bîr xist ku di demên dawî de zimanê nefretê, zimanê nîjadperestî û netewperestiyê zêde bûye. Bîçer, destnîşan kir ku polîtîkayên bi vî rengî dibin sedema êrîşan û dawî mafê jiyanê yên mirovan tînin.    Bîçer, diyar kir ku erdnîgariya ew lê dijîn xwedî gelek çandan e û malovaniya gelek mirovan kiriye û got: "Herkesî bi hev re cîhaneke hevpar, pêşerojeke aştiyane ava kiriye. Lê mixabin bi xirabkirina nêvenga aştiyê nîjadperestî û nefret berbelav bûye. Me akademîsyenên ji bo aştiyê jî ev yek destnîşan kiribû û gotibû ya divê tim bê parastin aştî ye. Lê mixabin îro ji be rkurdbûna xwe mirov tên kuştin. Divê tu kes netewperestiyê qebûl neke û li hemberî wê derkeve. Lê mixabin ev civak ji hêlekê ve xwedî li van tiştan derdikeve û li hêla din li hemberî komkujiyên li dijî kurd, ermen û rûman xwe li bêdengiyê daniye. Ji bo careke din ev êş dubare nebin û em bi dîroka xwe re hevrû bibin divê em dev ji zimanê netewpestî, nîjadperestî û nefretê berdin û careke din bi hev re dest bi gotina stranên aştiyê bikin."    MA / Sadiye Eser – Barış Ceyhan