Roboskiyan bang li hiqûqnasan kir: Kiryaran derxin holê 2018-12-26 09:20:45 ŞIRNEX – Velî Encu serlêdana Komkujiya Roboskî ya ji aliyê DMME’yê ve hat redkirin nirxand û got: “Girîngî nedan dosyeyê. Divê hiqûqnas ji bo kiryaran derxin pêşberî edaletê bixebitin.”  Di 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di encama bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) de 34 welatî jiyana xwe ji dest dan. 7 sal derbas bû hêj kiryar û berpirs nehatine darizandin. Hemû sozên bi boneya kiryaran derxin holê dan malbatan jî bi cih nehatin.    Piştî dadgehên li Tirkiyeyê dosyaya Roboskî red kirin, parêzeran dosyeyê şand Dadgeya Mafên Mirova ya Ewrûpa (DMME) û bi hêceta “hemû rêyên hiqûqa navxweyî neqediyane” hat redkirin. Ji ber dosye hat girtin malbatên Roboskî carek din xemgîn bûn. Malbatan siyasetmedarên demê, Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî û parêzerên baroyê berpirs digirin.    'HER TIM EM HATIN DARIZANDIN’    Serokê Roboskî-Der a bi KHK’ê hat girtin Velî Encu ku birayê xwe di komkujiyê de winda kir pêvajoya hiqûqî nirxand. Encu diyar kir ku bi salane malbatên Roboskî ji bo edaletê di bin zextan de têdikoşin û got: “Li şûna kiryar bên darizandin, lê her tim em hatin darizandin. Rayedar ji bo ser dosyeya dozê biniximînin her cûre hewldanan nîşan dan. Heta îro cihek em neçûnê û me serî lê neda nema. Tevî hewldanên me jî encam bi destê me neket. Ev yek jî ji bo me zor e.”    Encu bi bîr xist ku hemû rêyên hiqûq hatine girtin û got: “Redkirina dosyeyê ya ji aliyê DMME’yê tê wê maneyê ku çiqas girîngiyê nîşanî mafê jiyan û mirovan didin. Hêviya me malbatan tenê DMME mabû ew jî tu encam jê derneket. Carek din êşa malbatan nû bû.    'GIRÎNGIYÊ NEDAN DOSYEYÊ’    Encu da zanîn ku di redkirina dosyeyê ji aliyê DMME’yê ve hat redkirin para siyasetmedarên wê demê û hiqûqnasan heye û wiha got: “Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Di biryara DMME’yê de navê Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî derbas dibe. Wê demê me li ser hev bi hiqûqnasan yanî bi endamên Baroya Şirnexê re hevdîtin dikir. Her tim ji me re digotin ‘tu kêmasî nîne, em li benda biryara derkevin e.’ Lê me nizanibû hiqûqnasên me dê xeletiyek wiha dîrokî bikin. Siyasetmedaran jî têr û tije girîngiyê nedan dosyeyê. Navê Nuşîrevan Elçî di xemsariya ji bo dosyeyê de derbas dibe û me giliyê wî ji Rêveberiya Baroyê kir. Lê me tu encam bi dest nexist. Çawa dewletê bi ser me de tevkujiyek pêk anî, parêzerên baroya Şirnex jî heman pêkanînê bi ser me de anîn.”    MALBAT LI BENDA XWEREXNEKIRINA HIQÛQNAS Û SIYASETMEDARAN IN   Encu destnîşan kir ku ew ê dev ji dosyeya dozê bernedin, têkoşîna wan edaletê bidome û ji ber redkirina biryarên der barê dosyeyê de jî malbat xwe bi tenê hîs dikin. Encu got malbat li benda xwerexnekirina siyasetmedar, Nuşîrevan Elçî û parêzeran in.    BANG LI HIQÛQNASAN KIR   Encu diyar kir ku malbatên Roboskî tevî hemû zextan jî kêliyek dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedane û got: “Heta ku berpirsyar derkevin pêşberî edaletê em ê têbikoşin.” Encu vê bangê li hiqûqnasan kir: “Divê wek jiyana rojane ya mirovekî li vê dosyeyê bihata nêrîn. Çi tiştê ji destê me hat me kir û me tu demê dawîz neda. Di qonaxa em gihîştinê de ji bo kiryar derkevin pêşberî edaletê êdî her tişt di destê hiqûqnasan de maye.”    MA / Gokhan Altay - Ahmet Kanbal