ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-09 09:00:35 * Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'a Edeneyê Parêzer Îlhan Ongor, diyar kir ku ew rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de dişopînin û got: "Di vê pêvajoyê de berî ku rewşa çalakgeran têkeve xetereyê, ji bo çareserkirina daxwazan divê Wezareta Dadê bi awayekî serbixwe têkeve dewrê."  * Rêveberê DBP'ê Ayhan Gurbuz, bilêv kir ku polîsa gefan lê dixwin û li kuçeya mala wî lê ye tim nasnameya wî tê kontrolkirin. Gurbuz, destnîşan kir ku agahiyên nerast ji nasên wî re tên ragihandin û serî li ÎHD'ê da.   * Jinên herêma Egeyê diyar kirin ku Leyla Guven ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bedena xwe daye ber biçîbûnê û divê ji bo vê bi awyaekî yekgirtî ew tev bigerin û wê rêveçûna vê pêvajoyê têkoşîn diyar bike.    * Li cîhanê yek ji nexweşînên xedar û kujende jî werem (tuberkuloz) e. Di sala 2017'an de li cîhanê ji ber vê nexweşînê 1.3 milyon kes ji ber weremê mirin û li Tirkiyeyê jî li 12 hezar û 46 kesî werem peyda bûye. Bijîşk Mahsûm Acar, diyar kir ku dermankirina vê nexweşînê heye û bal kişand ser teşhîsa di wext de.    * Li navçeya Sûrê ku di nav qada sîtê de ye, li ser banê plazayekê vîllayek hatibû çêkirin, lê belê der barê vîllayê de biryara rûxandinê hatibû dayîn. Niha jî li benda encama "aştiya îmarê" ne.    * Piştî Şirnex û Sêrtê, li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî ji 23 bajaran qeyda 3 hezar û 187 hilbijêran hat çêkirin. Piştî lîste hatin daliqandin ev rewşa sosret derket holê.    * Baxçeyê Gel ê li Enqereyê, bi kêrî hevjînê parlementera AKP'î hat. Projeyên avahiyan ên mezin ên li derdora Baxçeyê Gel bûn qadên rantê.    * Li Silopiyayê, lingê Çîgdem Başak di nav bariyerên polîsan de asê bibû û Başak birîndar bibû. Li ser vê bi tawanbariya "bi awayekî qisûrdar sedema birîndarbûna kesekî/ê" doz li polîsê bi navê M.P. û rayedarê fîrmaya bariyeran M.T. hat vekirin.    * Malbatên cenazeyên zarokên wan ji Goristana Xerzanê hatin derxistin 13 meh in li benda wergirtina cenazeyên xwe ne. Malbatan diyar kir ku derxistina cenazeyan di dîn û ehlaqî de nîne û gotin: "Êdî bes e hûn vê zilmê li me dikin. Cenazeyên me bidin me."    * Li Tirkiye 10'ê Çile Roja Rojnamegerên dixebitin e. Li Tirkiye 171 rojnameger li girtîgehê vê rojê pêşwazî dikin. Rojnamegerên li derve diyar kirin ku tevê hemû zext û astengiyan dê rastiyê bigînin gel û ronî bikin. Rojnamegeran destnişan kirin ku ew cihê hevalên xwe yên girtî vala nahêlin û dê bibin dengê wan.    * Zelîha Karadaş a bi keça xwe ya 2 salî Dîcle re li Girtîgeha Rihayê girtî ye got: "Keça min Dîcle ji gardiyanan ditirse. Ji ber vê yekê jî bênavber digirî."    * Ji karkerên jin Zubeyde Çataltepe, diyar kir ku ew li rêyên krîza aborî derbas bikin digerin û got: “Tundiyar li ser jinan, ji krîza aborî ne pir cudaye.” Tugba Acar jî, anî ziman ku ew krîza aborî dinava malê de bêtir hîs dikin.    *Rêxistina HDP'ê ya Wanê, dê bi boneya salvegera qetilkirin siyasetmedarên jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li avahiya partiyê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Dersimê, dê Sakîne Cansiz ya di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Parîsê ya Fransayê hat qetilkirin, li ser gora wê bibîr bîne. (12.00)   *Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, dê beşdarî merasîma cenazeyê birayê Hevserokê KONGRA- GEL Remzî Kartal Fevzî Kartal a Mizgefta Florya Nû bibe û dûre jî tevlî şeva ji bo Ahmet Kaya ya  li Sariyerê bê lidarxistin bibe. (13.10/20.30)   *Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Edenê, dê li avahiya partiyê bi daxuyaniyekê, meclîsên avakirin îlan bike. (16.00)    * Meclîsên Jinan ên HDP'ê yên Edenê û Mêrsînê, dê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, bibîr bînin. (13.30-17.00)