'Zilmê li me nekin cenazeyên me bidin me' 2019-01-09 09:20:18   BEDLÎS - Malbatên cenazeyên zarokên wan ji Goristana Xerzanê hatin derxistin 13 meh in li benda wergirtina cenazeyên xwe ne. Malbatan diyar kir ku derxistina cenazeyan di dîn û ehlaqî de nîne û gotin: "Êdî bes e hûn vê zilmê li me dikin. Cenazeyên me bidin me."    Eskeran di meha kanûna 2017'an de 267 cenazeyên endamên PKK'ê ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a girêdayî Bedlîsê hatin derxistin. Cenazeyan ji bo tespîta nasnameyan şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. 13 meh derbasbûn hêj cenazeyan radestî malbatan nekirin e.    Ji malbatan du malbatan hestiyên zarokên xwe wergirtin. Malbatên din ku serî li dozgeriyê dan e hêj li benda bersivê ne. Du roj berê malbatan serî li Dozgeriya Bedlîsê dan. Malbatan xwest dawî li zilmê li ser wan tê meşandin bê.      'VÊ ZILMÊ LI ME NEKIN'    Dayika Fedekar Turan ê cenazeyê wî ji goristanê hat derxistin Nuriye Turan da zanîn ku wan bi salan berê cenazeyê xwe li wir defink kiriye û cenazeyên berê defin kirin e niha jî têkoşîna wergirtina cenaze didin. Turan anî ziman ku derxistina cenazeyan di tu dîn û ehlaqî de nîne û got: "Me serî li Dozgeriya Bedlîsê da. Tekane daxwaza me ew e em cenazeyên xwe werbigirin. Çima vê zilmê li me dikin? Ji miriyan çi dixwazin? Bila cenazeyên me bidin me. Ez dixwazim dizanibim gora kurê min li ku be. Kurê min her şev tê xewna min. Êdî bes e vê zilmê li me nekin."    'JI KESEK MIRÎ ÇI DIXWAZIN'    Yek ji malbatan jî malbata Abdullah Karabaş e. Birayê Karabaş, Burhan Karabaş cenazeyê birayê xwe daxwaz kir û wiha got: "Ji hestiyên kesek miriye çi dixwazin? Ez ji bo nimûneya xwînê bidim ji Stenbolê hatim Bedlîsê. Tenê daxwazek me heye ew jî ez dixwazim cenazeyê birayê min ka li ku ye. Di ser de ewqas dem derbas bû. Bila demildest cenazeyên me bidin me. Yê ku vê pêk tîne bê wîjdan in. Ji kesek mirî çi dixwazin?"      'DAYIKA WÎ BI HESRETA DÎTINA KURÊ XWE KOÇ KIR'      Bavê Huseyîn Tekîn ê cenazeyê wî hat derxistin Şexmûs Tekîn jî wiha got: "Min demek dirêj agahî ji kurê xwe negirt. Pişt re me agahî girt ku jiyana xwe ji dest daye û wî birin e li Goristana Xerzanê veşartine. Em bi salan li cenazeyên xwe geriyan. Dayika wî bêyî ku gora kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Niha jî ez li cenazeyê kurê xwe digerim. Ez dixwazim cenazeyê me bidin me. Ligel xwînê jî ji me girtin lê hêj cenazeyên me nedan e. Derxistina hestiyan bê wîjdanî ye. Ev gel vê yekê heq nake. Ji hestiyên mirovên me çi dixwazin? Em dixwazin ku aqûbeta cenazeyên zarokên me çi ye."