Di roja Rojnamegerên dixebitin de 171 rojnameger girtî ne 2019-01-09 09:21:01 STENBOL – Li Tirkiye 10'ê Çile Roja Rojnamegerên dixebitin e. Li Tirkiye 171 rojnameger li girtîgehê vê rojê pêşwazî dikin. Rojnamegerên li derve diyar kirin ku tevê hemû zext û astengiyan dê rastiyê bigînin gel û ronî bikin. Rojnamegeran destnişan kirin ku ew cihê hevalên xwe yên girtî vala nahêlin û dê bibin dengê wan.  Li Tirkiye ji 10'ê Çileya 1961'an û heta niha, her 10'e Çile wekî Roja Rojnamegerên Dixebitin tê pêşwazikirin. Îsal li gorî rapora Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) ya 2018'an 171 rojnameger girtî ne. Dîsa li gorî raporê 521 rojnameger hatin darizandin û li 112 rojnamegeran bi giştî 547 sal û li 3 rojnamegeran cezayê muebetê hatin birîn. Di sala 2018'an de 141 rojnameger hatin binçavkirin û 64 rojnameger hatin girtin. Der barê 71 rojnamegeran de doz hat  vekirin. Bi minasebeta 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin, xebatkarên çapemeniyê bal kişandin ser rewşa çapemeniyê û astengiyên li pêş rojnamegeriyê.    ‘RENGÊN ZEXTAN HATIN GUHERTIN'    Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelik, bal kişand ser zextên li dijî çapemeniyê û wiha got: Dema çapemeniya kurd di salên 1990’an de nû dest bi xebatên weşanê kirin, zext pir dijwar bûn. Berê rojnamegerên rastî parve dikirin dihatin kuştin. Avahiyên rojnameyan dihatin bombekirin. Rojname dihatin girtin û sansurkirin. Piştî salên 2000’an û şûnde reng û cureyên zextên li ser çapemeniyê hatin guhertin. Pişti salên 2000'an vê carê rojnameger hatin girtin û rastî cezayan hatin. Dest danîn ser wênekêş, kamera û amûrên wan. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê gelek saziyên çapemeniye hatin mohrkirin û girtin. Gelek sazî jî li şûna mohrê qeyûm tayîn kirin. Hem di milê teknîkî de zext zêde bûn û hem jî li dijî xebatkarên çapemeniyê astengî zêde bûn. Rojnamegerên ku di çapemeniya kurd de xebitî be û nehatibe darizandin tune ye. Li hemû kesan doz hatiye vekirin û hatine darizandin."  Çelîk, da zanîn ku armanca van zextan daxwaz, pirsgirêk û dengê gelê Kurd û bindestan bitepisîne û neyê dîtin.    ‘XWESTIN ÇAPEMENIYÊ BIKIN YEK TÎP'   Çelîk, anî ziman ku bi van zextan xwestin çapemeniyê bikin yek tîp û wiha bi dawî kir: "Dema em li ekranên televîzyon û manşetên rojnameyan dinerin em dibînin ku çapemeniya hawiz bûye yek tîp û yek reng. Erdogan gotinekê bêje hemû bi hevre wî derdixin pêş û bi yek awayî didin. Pişti polîtîkaya AKP’ê ya yek al, yek ziman, yek netew, êdî rojname jî bûne yek reng. Li Tirkiiye her roj bi sedan derewan di rûpel û ekranên xwe de pêşkêş dikin û aloziyê zêde dikin. Ji ber vê yekê jî karê me zor e. Bi girtina rojnamegeran dixwazin rojnamegerên li derve çavtirsandî bikin. Gelek rojnameger jî bi çavê dewletê û îktîdarê li bûyeran dinerin. Lê ew dê rojekê tenê bimînin. Divê hemû rojnameger bi hevre di nava şêwirmendiyê de bin. Rojnameger dikarin bi hevre xurt bibin û bibin hêz."    ‘ASTENGÎ ÊDÎ NIKARIN ME RAWESTÎNIN'   Midûreya Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINNEWS) Safiye Alagaş jî ani ziman ku ji roja çapemeniya kurd dest bi xebatê kiriye heta niha her roj rastî astengiyan tê û wiha got: "Di salên 1990’an de avahiyên rojnameyê hatin bombekirin. Lê bi van zextan nekarîbûn rojnamegeriya kurd rawestinin. Îro bi rêbazên cuda dixwazin rojnamegeriya kurd rawestînin. Îro dîsa zextên li ser çapemeniya kurd zext dubare dibin. Lê zextên heyî nikarin li pêş agahdarkirina gel bibin asteng. Nikarin rastiyan ji gel veşêrin. Bi zextên  li ser çapemeniya Kurd, dixwazin çapemeniya Kurd tune bikin. Em îro di pêvajoya înternetê de ne. Rojnameger di nava her şert û mercan de dikarin rojnamegeriyê bikin. Niha saziyên çapemeniyê yên kurdan mohr dikin û qeyûm tayîn dikin. Lê dîsa rojnamegerên kurd xebatên rojnamegeriyê berdewam dikin û rastiyan ronî dikin û bi gel re parve dikin. Li ser medya civakî nûçeyên xwe digînin gel."     BI HER AWAYÎ RÊYA XWE DIBÎNE   Alagaş, destnîşan kir ku çapemeniya kurd her dem li dijî zext, binçavkirin û girtinan têdikoşe. Ji ber ku çapemeniya kurd her dem rastî zaxtan dê êdî bûye xwedî tecrûde û her dem rê û rêbazên nû dibîne. Her dem rêya xwe dibîne. Salek berê Jinnews dest bi weşanê kir. Piştî Jin news dest bi weşanê kir gelek caran malpera me hat astengkirin. Li ajansa me doz hat vekirin. Nûçegîhanên ajansê hatin girtin.    ‘HEMPÎŞEYÊN ME DI NAVA ÇAR DÎWARAN DE NE'    Alagaş, bal kişand ser rojnamegerên girtî û wiha got: "Rojnameger ji ber nûçeyên xwe hatine girtin. 10 Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin. Ev hevalên me di her şert û mercan de xebat û erka xwe pêk tînin. Di nava her şert û mercên dijwar de nûçeyan digînin gel û dibin dengê gel. Mixabin di 10'ê Çile de hevalên me li zindanê vê rojê pêşwazî dikin. Ev me xemgîn dike. Divê bi her awayî em li qadê bin. Mafê me yên em li qadê bin ji destê me tê girtin. Hevalên me tên girtin. Ev rewş ji bo rojnamegerên li Tirkiye rewşek pir xerab e. Ger ku îro li Tirkiye 171 rojnameger girtî bin, xebat ji bo me bêtir bi wate ye. Li Tirkiye her ku diçe hêjmara rojnamegerên girtî zêde dibin. Di vê pêvajoya ku hevalên me girtî ne, em dê xebatên xwe yên li kolanan berdewam bikin. 10'ê Çile ji bo me bêtir bi wate dibe. Em dê li kolanan li şûna wan bin û bibin denge wan. Em dê nûçeyên ku ew dixwazin çêkin û belav bikin bi gel re parve bikin. Em dê li qadên ku ew dixwazin li wir bin, bin. Em dê bibin denge hevalên xwe yên girtî.    MA / Sadiye Eser